Nasnameya 9 şervanên li Til Hemis û Til Temir jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin

Navenda Rgihandina YPG’ê nasnameyên 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di operasyona Til Hemis û êrîşa çeteyan a li hemberî gundewarên Til Temir de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Navenda Rgihandina YPG’ê nasnameyên 9 şervanên YPG/YPJ’ê yên di operasyona Til Hemis û êrîşa çeteyan a li hemberî gundewarên Til Temir de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameyên 9 şervanên ku di 22, 23, 24 û 26’ê Sibatê de li herêma Til Hemis û Til Temir jiyana xwe ji dest dane, bi daxuyaniyekê aşkera kir.

Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de wiha hate gotin:

Di hemleya ku yekîneyên me di 21'ê Sibata 2015’an de bi armanca rakirina tehdîda li ser gelê herêmê yê li Til Hemîs û gundewarên wê dan destpêkirin de gelek gund û nuqteyên stratejîk hatin bidestxistin û bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin. Di heman demê komên çete li bajaroka Til Temir êrîşek hov birin ser çeperên hêzên me, lê dîsa yekîneyên me bersivek tund da çeteyan û bi dehan çete hatin kuştin.

Di çarçoveya hemleya ku bi serketî dewam dike û berxwedaniyek bêhempa tê meşandin de 9 rêhevalên me bi qehremanî şer kirin û gihîştin asta şehadetê. 9 rêhevalên me ku rolek girîng di şerê li dijî çeteyan de lîstin tirsek mezin di nava cigerên dijmin de ava kirin û wekî milêtanên rasteqîn cihê xwe girtin.”

Nasnameya şervanên jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

Taha Mustfawiye yê bi nasnav Azad Rojhilat, di sala 2011’an de beşdar bûye, 22’ê Sibatê li gundê Selîma – Til Hemis jiyana xwe ji dest da.

Êvan Elî yê bi nasnav Baz Rojava, di sala 2013’an de jiyana xwe ji dest da, 26’ê Sibata 2015’an li gundê Hisewiyê- Til Hemis jiyana xwe ji dest da.

Muhammed Işiklar ê bi nasnav Berxwedan Varto di sala 2012’an de beşdar bûye, 24’ê Sibata 2015’an li Til Temir – Gundê Xêbiş jiyana xwe ji dest da.

Lewend Berekat ê bi nasnav Cesûr Lewend di sala 2011’an de beşdar bûye, 23’ê Sibata 2015’an li Til Temir –Gundê Xêbiş jiyana xwe ji dest da.

Abdulkadîr Bozîgît ê bi nasnav Dilbirîn Batman di sala 2014’an de beşdar bûye, 23’yê Sibata 2015’an li Gundê Selîma Köyü – Til Hemis jiyana xwe ji dest da.

Osman Şêxo yê bi nasnav Heqî Welat di sala 2012’an de beşdar bûye, 23’yê Sibata 2015’an li Til Temir – Gundê Xêbiş jiyana xwe ji dest da.

Rojda Tewre ya bi nasnav Pelîn Rehşan di sala 2013’an de beşdar bûye, 26’ê Sibata 2015’an li Til Hemis – Gundê Hisêwiyê jiyana xwe ji dest da.

Jiyan Xelo ya bi nasnav Viyan Cûdî di sala 2012’an de beşdar bûye, 23’yê Sibata 2015’an li  Til Temir –Gundê Xêbiş jiyana xwe ji dest da.

Sîhan Şukrî ya bi nasnav Zîlan Rizgar di sala 2011’an de beşdar bûye, 26’ê Sibata 2015’an li Til Hemîs –Gundê Hisêwiyê jiyana xwe ji dest da.