Li sînorê Kobanê gundê bi komunê tê rêveberin

Kobanê ya ku bi berxwedana xwe gihişt azadiya xwe, bû wesîleya avêtina tovên jiyana nû ya li gundê Miseynterê ya li sînorê Pirsûsê ye û nobeta sînor lê didome.

Kobanê ya ku bi berxwedana xwe gihişt azadiya xwe, bû wesîleya avêtina tovên jiyana nû ya li gundê Miseynterê ya li sîronê Pirsûsê ye û nobeta sînor lê didome. Li gundê ku xebatên komuna gund lê tê kirin, muze, pirtûkxane û dibistan hat vekirin û her wiha niha hîmên sera û akademiyê jî hatin avêtin.

Gundê Miseynterê ku bi gundê Etmanek ve ye, ji ber cihê xwe di berxwedana Kobanê de xwedî mîsyoneke gelek girîng e.  Li gund berxwedana nobeta sînor didome û gund bi terza jiyana komun a ku xistine jiyanê balê dikişîne.  Piştî êrîşên di meha Tîrmeh û Îlonê de li dijî Kobanê pêk hatin welatiyan berê xwe dan gund û nobet girtin û bi hatina welatiyan re guherînên mezin çêbûn. Berxwedêrên ku ji gelek cihan hatin û bi awayekî dorveger nobet girtin, şêniyên gund û kesên ji Kobanê hatin teşeya jiyana kolektîf a xistin jiyanê , dora gund, jiyana gund û nêrîna wan a pêşerojê bi giştî guhert.

EM GUNDEKÎ XWESER DEMOKRATÎK AVA DIKIN

Berxwedana Kobanê li hemû eniyan bi operasyonên azadkirinê didome û ket roja 170. nobetên li xeta sînor tê girtin, çalakî û bernameyên li wir tên kirin didomin. Yek ji van gundên ku berxwedan lê didome gundê Miseynterê ye.  Hîmê jiyana nû lê tê avêtin û ji bo pêşerojê jî mînakê teşkîl dike. Berdevkê Komuna Miseynterê Emîn Akman diyar kir ku ew dixwazin jiyana komun a di Paradîgmaya Xweseriya Demokratîk ya ku bûye sedema êrîşên ku li dijî Rojava, biçûk be jî li vir ava bikin.

XEBATAN KOMUN DIKE

Akman bi lêv kir ku di roja 100. berxwedanê de pirtûkxane Arîn Mîrxan û Muzeya Kader Ortakaya vekirine û ev 70 roj e jî xebatên wan bênavber didome. Akman wiha got: “Bi planên nû re me odeya xwendinê û beşa dermanxaneyê jî lê zêde kir. Me xebatên ekolojiyê meşand û li hemû gund xebatên çandiniya daran meşand.  Me ji bo 75 zarokên Kobanê dibistan vekir.  Xebatên fîzîbîlîte ya  avahiya Akademiya Zanistên Civakî qediya. Lê ji ber şert û mercên hewayî hê em derbasî înşaetê nebûne. Ji bo sewalên bê xwedî yên gund stargeh hat çêkirin. Xebatên me yên serayê bi biharê re wê destpê bikin. Li hemû gund xebatên binesaziyê hat kirin.

MUZE Û PIRTÛKXANE VEKIRIYE

Akman diyar kir ku ew hemû xebatên xwe bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê diyariyê hemû jinan û bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê jî diyariyê hemû şehîdên têkoşîna azadiyê dikin. Akman bi lêv kir ku her roj bi dehan kes tên serdana pirtûkxane û muzeyê.