Li Dêrsimê piştgiriya ji bo Rojava dewam dike

Li Buroya Piştevaniyê ya bi pêşengiya Şaredariya Dêrsimê hat vakirin, xebatên ji bo piştgirîdayîna gelê Şengal û Kobanê dewam dikin.

Li Buroya Piştevaniyê ya bi pêşengiya Şaredariya Dêrsimê hat vakirin, xebatên ji bo piştgirîdayîna gelê Şengal û Kobanê dewam dikin.

Alîkarê Hevşaredarên Dêrsimê Îbrahîm Kasûn da xuyakirin, ku weke gelê Dêrsimê ew li cem gelê Rojava, Kobanê û Şengalê ne, êşa wan parve dikin û bang li karsazên Dêrsimî kir.

BANG

Kasûn got, "Bi alîkariya welatiyên me yên xêrxwaz Gungor û Tayam ên li Ewropayê dijîn re, me ji Febrîqeya Avê ya Mûnzûrê av kirî û ji herêmên pêwîst re şand. Em alîkariyên bi vî rengî bi serbilindî pêşwazî dikin û ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bang li tevahiya welatiyên xwe dikin ku hişyar û hestyar bin."