Cenazeyê şervanê YPG'ê Aksoy li Dêrikê hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Şerîf Aksoy bi nasnav Cûdî Dêrik ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Dêrika Çiyayê Mazî ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmet Şerîf Aksoy (Cûdî Dêrik) ê di 27’ê Sibatê de li gundê Îdaniyeyê yê li rojhilatê Kobanê jiyana xwe ji dest da li navçeya Mêrdîn Dêrikê hat veşartin. Cenazeyê Aksoy ê ku ji aliyê malbatê û MEYA-DER’ê ve ji Deriyê Sînor ê Serxetê hate wergirtin piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ya Rihayê îro danê sibehê ber bi Dêrikê ve hat birêkirin.
Cenazeyê Aksoy di navbera Wêranşar û Dêrikê de li qada Şanwelatê ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtî ve bi dîrûşmeyên “Şehîd namirin” û çepikan ve hate pêşwazîkirin û anîn taxa Erbetê.
Di ketina taxê de rêveberên HDP û DBP’ê yên Mêrdîn û navçeyan, Hevşaredarên Dêrikê Sabahat Çetînkaya û Abdulkerîm Erdem, endamên MEYA-DER û Meclîsa DAyikên Aştiyê û bi hezaran kesan ve bi milan birin goristana taxê.
Di meşa ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Aksoy hatin hilgirtin de dirûşmên “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bijî Serok Apo” “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Aksoy hate definkirin û piştre rêz hate girtin sirûda “Çerxa şoreşê” hate xwendin.
Li vir nûnerê MEYA-DER’ê yê Mêrdînê Abdullatîf Tabar axivî û ji bo malbata Aksoy û gelê kurd sersaxî xwest. Bavê Aksoy Mehmet Aksoy jî got ku kurê wî şehîdê hemû Kurdistanê ye û bi kurê xwe serbilind e.
Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Omer Ocalan jî bang li her kesî kir û xwest têkoşînê xurtir bikin.
Piştî axaftinan bi girseyî konê sersaxiyê yê ji bo Aksoy hatiye vedan hate ziyaretkirin.