Welatparêzê Kurd Alî Aslan ji ber kanserê jiyana xwe ji dest da

Welatparêzê kedkar ê Kurd Alî Aslan ku di destpêka salên 90'î de ji ber zilm û zora rejîma Tirk koçî Swêdê kiribû, li paytexta Swêd Stockholmê, di encama nexweşiya kanserê de jiyana xwe ji dest da.

Welatparêzê kedkar ê Kurd Alî Aslan ku di destpêka salên 90'î de ji ber zilm û zora rejîma Tirk koçî Swêdê kiribû, li paytexta Swêd Stockholmê, di encama nexweşiya kanserê de jiyana xwe ji dest da.

Alî Aslan ku bi eslê xwe ji gundê Hedilê yê Hezexê ye, di salên ciwantiya xwe de li Êlihê tevî malbata xwe dijî.

Di demên herî zehmet ên salên 80'yî yên têkoşîna azadiyê de, di gelek komîteyên ciwan û karkeran ên girêdayî tevgera azadiyê de de cih digire.

Di vê demê de ku hin ji birayên wî berê xwe didin çiyê û hin jî dikevin zîndanan, ji ber zextên rejîma Tirk, tevî malbata xwe koçî bajarê Antalya dike û hewl dide ji aliyê aborî ve li malbatê xwedî derkeve.

Lê Alî Aslan li Antalya jî li gel kar, wezîfeya xwe ya welatparêziyê didomîne û dema li wir jî mecala jiyanê namîne, neçarî koça Ewropa dibe û di dawiya salên 80'yî de, li welatê Swêdê bicih dibe.

Welatparêzê Kurd Alî Aslan ku li Swêdê jî, ji karê şano heta bi xebatên birêxistinkirinê yên ERNK'ê, di gelek xebatan de bi awayek çalak cih digire, heta roja dawî ya jiyana xwe, ji tevgera azadiyê û erkên welatparêziyê xwe venagire.

Alî Aslan ku ev du sal bûn, ji ber nexweşiya kanserê dihate dermankirin, duh li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Endamên malbata Aslan ragihandin ku ew niha xebatên burokratîk birêve dibin û di rojên pêş de, ji bo veşartinê, ew ê cenaze bişînin Bakurê Kurdisanê û bajarê Êlihê.