Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak û Hatîp Dîcle der barê hevdîtina ku di navbera hikûmeta AKP’ê û heyeta Îmraliyê de li Qesra Dolmabahçe pêk hatiye de daxuyaniyek nivîskî da. Irmak û Dîcle diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de banga dîrokî li gelê Kurdistan, Tirkiyeyê û hemû aliyan kiriye û vê bangê ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a Kurd derfetek dîrokî afirandiye. Irmak û Dîcle wiha berdewam kirin: “Piştî vê banga Birêz Ocalan, daxuyaniyên PKK’ê yên xwedî li vê bangê derdikevin û agirbesta ku hat îlankirin îrade û derfeta çareseriyê li zemîneke civakî û siyasî ya bi xurt daye rûniştandin. Ev îradeya hatiye nîşandan û gavên hatine avêtin bi raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê re der barê çareseriya demokratîk de hêviyên mezin afirandiye.
Ev aliyê hesas û şikestvan yên pirsgirêkê, dikare zemîna ku ji provokasyonên cidî re rê veke ava bike. ji ber vê yekê jî di bin navê qanûna ‘ewlekariya hundir’ de ku ji bo meclîsê hat pêşkirin de, dikare pirsgisrêkên nû û krîzên nû derxe holê. Hevdîtina di navbera heyeta Îmraliyê û heyeta hikûmeta Tirk de hatiye kirin û meta pêşnûmeya ji 10 xalan pêk tê ya Birêz Ocalan pêşkêş kiriye derfetek nû afirandiye û her wiha ligel vê ketiye asteke krîtîk û girîng.
Beriya her tiştî pêvajo gelek krîtîk e. Ligel van hemû zor û zehmetiyan Birêz Ocalan di aliyê erênî de ji bo berdewamkirinê mudaxale kir û ji bo derbasî pêngaveke din a pêş bibin kedek mezin daye û em hurmet û rêzdariyên xwe pêşkêşî Birêz Ocalan dikin. Em daxuyaniya KCK’ê ya piştî hevdîtina Dolmabahçeyê jî gelek grîng dibînin û divê hikûmet girîngiyê bide van daxuyaniyen û ji bo xebatên qanûnî demildest bikeve nava hewldanan. Em wek KCD destnîşan dikin ku em ê bi her cureyê piştgiriyê bidin pêvajoyê.”
DIVÊ PÊNGAVÊN PÊWÎST DEMLDEST BÊN AVÊTIN
KCD’ê diyar kir ev gavên bi niyeta baş hatine avêtin gelek girîng û watedar in û got: “Lê di şikestin, provokasyon û bendewariyên gel, geşedanên siyasî û civakî yên di du salan de hatine jiyîn, ferz kiriye ku gavên divê bên avêtin demildest bên avêtin. Divê dewlet gavên şênber bavêje. Divê ji polîtîkayên ku dike krîzê xwe dûr bigire. Divê hewcedariyên metna pêşnûmeyê bên bicihanîn. Gava herî şênber jî ev e ku ‘qanûna ewlekariyê’ bê kişandin.”