Li Qoserê çalakiyên 8'ê Adarê dewam dikin

KJA, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji bo alîkariya madî bide karê ji nû ve avakirina Kobanê kermes organîze kir.

KJA, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji bo alîkariya madî bide karê ji nû ve avakirina Kobanê kermes organîze kir.

Li kermes a li meydana azadiyê, jinan xwarina li malê amade kiribûn pêşkêş kirin. Kermes a li eleqeyeke mezin a gel rast hat, wê dur ojan vekirî be û hatineya ji kermesê wê ji Kobanê re bê şandin.

Hevşaredar Îsmaîl Asi, rêveberên DBP û HDP'ê yên Navçeyê, Alîkarên Hevşaredaran, endamên meclîsa şaredariyê, rêxistinên civakî yên sivîl û şêniyên navçeyê kermes ziyaret kirin. Li konê kermesê wêneyên ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogaln, endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez û Arîn Mîrxan, Kader Ortakaya, Denîz Firat hatin daliqandin.

Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Nadya Kaya li vir axivî û diyar ku kermes li eleqeyeke zêde rast tê. Kaya da zanîn ku jinên di hemû saziyên li Qoserê bi hev re dixebitin û got, "Bi dîtina min, me encameke baş bi dest xist. Bi taybetî piştevaniya jinê em gelekî kêfxweş kir."

Rêvebera HDP'ê ya Navçeyê Yasemîn Demîrkaya jî da xuyakirin ku tevahiya hatineya vê kermesê wê ji Kobanê re were şandin.

Kermes, li ber stranên Koma Erbaneyê ya Şehîd Alî Temel dewam dike.