Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gevleborgê kongreya xwe lidar xist

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Gevle û derdora wê dijîn, di dawiya vê hefteyê de kongreya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gevelborgê lidar xistin û rêveberiya xwe ya nû hilbijartin.

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Gevle û derdora wê dijîn, di dawiya vê hefteyê de kongreya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gevelborgê lidar xistin û rêveberiya xwe ya nû hilbijartin. Siyasetmedarê Kurd Heval di axaftina xwe ya li kongreyê de ji bo HDP'ê banga bikaranîna dengan kir.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Gevleborgê Êrîş Batte ve hat kirin.

Paşê siyasetmedarê Kurd Xelîl Heval peyivî, Şoreşa Rojava, Berxwedana Kobanê û pêvajoya çareseriyê nirxand.

'HAT DÎTIN KU YEKÎTIYA NETEWEYÎ FERZ E'

Heval bal kişand ser bûyerên li Rojhilat Navîn û Kurdistanê û serketina YPG/YPJ'ê ya li Kobanê û destnîşan kir ku rewşa li Şengal û Kobanê nîşan da ku yekîtiya neteweyî ya di navbera Kurdan de, ferzeke.

Heval da zanîn ku ji bo pêşvebirina têkoşîna Kurdan divê Kongreya Neteweyî ya rêxistin û partiyên Kurdan tavilê bicive.

'AKP NEÇAR MA'

Heval her wiha bal kişand ser girîngiya daxuyaniya hevpar a Heyeta HDP'ê û nûnerên Hikûmetê û li hevkirina li ser pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji 10 xalan û destnîşan kir ku di encama têkoşîna bi biryar a PKK û gelê Kurd de dewleta Tirk neçar maye dayîna daxuyaniyeke bi vî rengî qebûl bike.

'JI BO DEWAMIYA PÊVAJOYÊ GIRÎNG E HDP BENDÊ DERBAS BIKE'

Heval da xuyakirin ku ji bo rêveçûna pêvajoyê girîng e HDP bendê derbas bike, bi xurtî di parlamentê de bê temsîlkirin û bang li Kurdistaniyên li Swêdê dijîn kir ku di 31'ê Gulanê de dengê xwe ji bo HDP'ê bikar bînin.

Di kongreyê de li nû nîqaşên li ser kar û xebatan rêveberiya nû ya 37 kesan ku 16 jê jin e hat hilbijartin û ji bo wezîfeya Hevserokatiyê jî Halîma Aslan û Êrîş Batte hatin hilbijartin.