'Tirkiye dixwaze li Kobanê tevlîheviyê çêbike'

"Tirkiye bi pêşîvekirina li vegera girseyî ya Kobaniyan a bêkontrol re dixwaze li Kobanê rê li ber tevlîheviyê veke."

Der barê vegera welatiyên Kobanê de Nûnerê Kantona Kobanê yê Bakurê Kurdistanê  Ferîd Aty axivî. Aty di axaftina xwe de got ku welatiyên Kobanê divê li gorî plansaziya rêveberiya kantona Kobanê vegerin. Aty diyar kir ku vegera welatiyên Kobanê ya niha gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne û destnîşan kir ku divê ku bi tenê keç û xortên Kobanê yên ciwan vegerin Kobanê.

Piştî ku navenda bajarê Kobanê di 26'ê Çileyê de hat rizgarkirin, bi 10 hezaran welatiyên Kobanê ji bo carek din vegerin Kobanê diherikin ser sînorê Kobanê. Di hefteya bihurî de hem serokwezîrê kantona Kobanê Enwer Muslim hem jî gelek rêveberên din ji bo vegera Kobanê axivîn. 

Muslim got ku her çiqas Kobanê hatibe rizgarkirin jî xetereya wê heye û her wiha dema ku çeteyên DAIŞ’ê reviyan li hemû cihan mayîn çandin û ev çend jî ji bo jiyana welatiyên Kobanê pir xetere ye. 

Di axaftina xwe de Muslim da zanîn ku Kobanê ji %80 jê hatiye rûxandin, şertên vegerê hînê baş nehatine amadekirin û divê ku welatiyên Kobanê bê kontrol derbasî Kobanê nebin. Di destpêka şerê Kobanê heta roja rizgarkirina Kobanê dewleta Tirkiyeyê ya ku nedihişt welatiyên Kobanê biçin tevlî parastina bajarê xwe bibin niha jî li hemberî hemû bangawaziyên rêveberiya kantona Kobanê bê destûr welatiyên Kobanê ber dide û welatiyên Kobanê ji derveyî kontrola komîsyona vegera Kobanê derbas dibin. 

Der barê vegera Kobanê de Nûnerê Kantona Kobanê yê Bakurê Kurdistanê parêzer Ferîd Aty diya kir ku her çiqas piştî rizgarbûyîna Kobanê welatî hez bikin vegerin Kobanê jî divê li gorî plansazî û rêxistinkirina rêveberiya Kantona Kobanê welatî derbas bibin.

'PÊWÎSTÎ BI KEÇ Û XORTÊN CIWAN HEYE'

Aty balkişand ser rewşa Kobanê û got ku dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî kantonê kirin bajar bi giştî û bi gundan ve hatiye rûxandin û li her derê mayîn hene. Di dewama axaftina xwe de Aty got: "Niha pêwîstiya Kobanê herî zêde bi keç û xortên ciwan heye. Ji bo ku hem di nava avakirina Kobanê de cihê xwe bigirin hem jî erka parastinê bi cih bînin. Heta Kobanê bi tevahî ji dijmin neyê paqijkirin em nikarin bêjin ku rewşa awarte derbas bûye."

'DEWLETA TIRK DIXWAZE TEVLÎHEVIYÊ DERXÎNE'

Der barê korîdora mirovî jî de Aty got divê demildest koridor bê vekirin ku hem alîkarî hem jî ji bo hatin û çûna welatiyan rêyekê bi ewle vebibe. Aty wiha axivî: "Ji bo vegerê bi aliyê kantonê ve komîsyona vegerê hatiye avakirin. Welatiyên ku hez dikin vegerin Kobanê jî divê serî li wir  bidin û di bin kontrola komîsyona vegerê de derbas bibin. Heta niha gelek welatiyên ku ji derveyî kontrola me derbasbûn bi teqîna mayînan şehîd ketin. Di vê demê de dewleta Tirkiyeyê dixwaze tevlîheviyê çêbike. Û hez dike ku welatî bê rêxistin derbas bibin."

'JIYAN NIHA LI KOBANÊ HINEKÎ ZEHMET E'

Aty da zanîn ku hemû biryarên rêveberiya Kobanê hatine diyarkirin û divê ku welatî li gorî wan biryaran tevbigerin û wiha pê de çû: "Em niha bi gelek kesan re di nava têkiliyan de ne û li ser esasê vegera welatiyên me em nîqaşê dikin. Ji ber ku avahî hatine rûxandin em konbajarekî amade dikin. Her wiha divê ku pêdiviyên rojane bên çareserkirin wekî firne, wekî derman û hwd. Me ne got ku bila welatî bi giştî venegerin Kobanê! Em dibêjin ku kesên ku bikaribin bixebitin û tevlî erka parastinê bibin bila vegerin. Ji bo zarok û kesên kal jiyan di nava Kobanê de gelek zehmet e. Ji ber ku ne ceyran heye, nan tineye, şîr tineye , mazot tineye û hwd."

BANGA LI CIWANAN Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ

Parezer Aty axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em bang li hemû ciwanên Kobanê dikin ku bila vegerin ser welatê xwe û xizmeta welatê xwe bikin. Her wiha em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku bila ji bo paqijkirina mayîn û bombeyan bibin alîkar ku welatî bikaribin vegerin ser axa xwe û jiyanekê azad bijîn."