Işiklar ê HPG'yî li warê xwe hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Işiklar (Berxwedan Varto) ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da, bi merasîma bi beşdariya bi hezaran kesî, hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Işiklar (Berxwedan Varto) ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da, bi merasîma bi beşdariya bi hezaran kesî, hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Işiklar (Berxwedan Varto) ê li Şengalê jiyana xwe ji dest da, bi merasîma bi beşdariya bi hezaran kesî, hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Işiklar (Berxwedan Varto) ê di Pêgava Azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest da, ji deriyê sînor hat girtin anîn Amedê. Piştî karê otopsiyê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Işiklar û A.Kadir Bozyigit (Dilbirîn Batman) bi konveyekê şandin Bismilê. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê ji aliyê rêveberên DBP û HDP'ê yên navçeyê ve hatin pêşwazîkirin. Li Bismilê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Bozyîgît şandin Êlihê û cenazeyê gerîlayê HPG'ê Işiklar li ser milan ji aliyê hezaran kesî ve li ser rêya Amedê ya kevin ve hat şandin.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK/KCK'ê hatin rakirin. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Kujer DAIŞ hevpar AKP" hatin berzkirin. Piştî wecibeyên olî hatin bi cih anîn cenaze bi awayek girseyî birin goristana bajarok.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Işiklar li goristana bajarok li kêleka gerîlayê HPG'ê Murat Aca (Serxwebûn) yê di sala 2009'an de jiyana xwe ji dest dan, hat definkirin. Di meresimê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Kasim Pervane bal kişand li ser geşedanên li Rojhilata Navîn û got ku gelê kurd li rojava berxwedanek bêhempa nîşan da û anî ziman ku di saya têkoşîna jinê û berxwedana gelê kurd çeteyên DAIŞ'ê têk birin.
Dawiyê Alîkarê Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Garîp Kandemîr axivî û diyar kir ku gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna rûmet û mirovahiyê dimeşîne û wiha got: "Ne ji vê berxwedanê bûya hêzên tarî û qirêj li Rojhilata Navîn bibûna desthilatdar. Ev têkoşîna ku gelê kurd dimeşîne di heman demê de têkoşîna jiyaneke bi rûmet e. Şehîdên me peyamê didin me û divê em hev re vê têkoşînê bimeşînin." Apê gerîlayê HPG'ê Işiklar A. Kerîm Işiklar jî wiha bang li kesên ku dengê xwe didin AKP'ê kir: "Heta ku hûn li pey AKP'ê bimeşin wê şehîdên gelê kurd bên. Ji bo şehîdên me neyên dest ji AKP'ê berdin." Dayika wî Rahîme Işıklar jî anî ziman ku ew bi kurê xwe serbilind e.
Piştî axaftinan girse çûn konê sersaxiyê.