Li Til Hemîs û Til Temirê pêşveçûna YPG/YPJ'ê dewam dike

Di çarçoveya operasyona rakirina gefa DAIŞ'ê ya li ser Kantona Cizîrê de, herêma di navbera Til Hemîs û Til Berakê bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin. Li Til Temirê jî 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Di çarçoveya operasyona rakirina gefa DAIŞ'ê ya li ser Kantona Cizîrê de, herêma di navbera Til Hemîs û Til Berakê bi temamî ji çeteyan hatin paqijkirin. Li Til Temirê jî 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku hêzên YPG/YPJ'ê herêma di navbera Til Hemîs û Til Berak bi temamî ji çeteyan paqij kirine û operasyonên xwe birin li başûrê vê herêmê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şevê din li van qadan, hêzên me operasyonên xwe berdewam kirin. Li gundê Xizêla yê li vê herêmê, di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçûn derket. Agahiyên berfireh ên der barê encamên pevçûnê de wê piştre bên ragihandin.

LI TIL TEMIRÊ 6 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku li herêma Til Temirê pevçûnên di navbera hêzên wan û komên çeteyan de dewam dikin û got, "Şevê din li nêzî gundê Xerîta yê di navbera Til Temir û hesekê de çeteyan xwestin xwe berdin nava qada hêzên me. Piştî mûdexeleya hêzên me li vir pevçûneke demkurt qewimî. Di pevçûnê de 5 çete hatin kuştin.

Hêzên me li hember komeke çete ya dixwestin li nêzî Mefreqa Sidiq a li nêzî Hesekê bikevin qadê êrîşek lidar xistin. Di êrîşê de çeteyek hat kuştin."