Li Şengalê 2 çete hatin kuştin
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, di şerê navbera hêzên HPG û çeteyên DAIŞ'ê de 2 çete hatin kuştin.
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, di şerê navbera hêzên HPG û çeteyên DAIŞ'ê de 2 çete hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, danê vê sibehê hêzên gerîla li Taxa Minare ya Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.
Her wiha cenazeyê 4 çeteyên di pevçûna 2'ê Adarê de hatin kuştin, ketin destê hêzên HPG'ê. Hat ragihandin ku yek ji van cenazeyan ê serçeteyekî bi navê Ebû Abdûrrahman e. Hêzên HPG'ê wekî din 2 kalaşnîkov, 3 rext û gelek fîşekên wê, 5 bombeyên destan û bêtêleke biçûk, ji ser çeteyan rakirin.