Li gelek eyaletên Elmanyayê îro li ser banga Sendîkaya Perwerde û Zanistê (GEW) bi hezaran mamoste bi daxwaza ji nû ve sererastkirina mafên teqawîtiyê û zêdekirina heqdestan, ketin grevê. Ji ber grevê gelek polên dibistanan vala man.
Sendîkaya Perwerde û Zanistê (GEW) a ser bi Yekîtiya Sendîkayên Elman (DGB), ji ber encam negirtina ji hevdîtinên li ser başkirina mafên mamosteyan, biryar da îro li gelek eyaletan dest bi grevê bike. Greva 177 hezar mamosteyên bi peyman ên ne di statuya karmendên kadroyî de ne, wê sê rojan dewam bike.
Li paytext Berlînê bi tenê nêzî 2 hezar mamoste ketin grevê. Lê belê eyaletên grevê bandor lê kir NRW, Sachsen, Sachsen Anhalt û Thurîngen in. Tê payîn ku bi taybetî li bajarên Dusseldorf, Duisburg, Essen û Wuppertalê di dibistanên seretayî û navîn de kêmasî di perwerdeyê de derkeve holê.
Berdevkê GEW ê eyaleta NRW Berhold Paschert der barê grevê de daxuyanî da û anî ziman ku tevî heman mercên xebatê jî ew mehane 400 Euro kêmî hempîşeyên xwe yên karmend digirin. Paschert destnîşan kir ku heta encamekê bi dest bixin ew ê çalakiyên xwe dewam bikin. Yek ji çar parên 800 hezar mamosteyên li Elmanyayê, bi peyman in.
GREV WÊ DI TEVAHIYA MEHA ADARÊ DE DEWAM BIKE
Mamoste dixwazin ji sedî 5,5 zem li heqdestên wan bê kirin û ji bo carekê 175 Euro heq ji wan re bê dayîn. Tê texmînkirin ku eger ev daxwazên sendîkayan bicih were anîn, ji bo eyaletan wê 6 mîlyar Euro lêçûnek derkeve holê.
Eger ji hevdîtinên bi rêveberiyên eyaletan re encamek dernekeve holê, tê payîn ku grev di tevahiya Adarê de dewam bikin.