Bariş Çinar ê YPG’î hat definkirin
Cenazeyê şervanê YPG’î Bariş Çinar ê di parastina Kobanê li dijî DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da, li Amedê hate definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’î Bariş Çinar ê di parastina Kobanê li dijî DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da, li Amedê hate definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’î Bariş Çinar ku li parastina Kobanê de li dijî DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da, li Amedê hate definkirin.
Bariş Çinar (Azad Amed) ê YPG’î ku li Kobanê di pevçûnên 15’ê Îlona 2014’an de jiyana xwe ji dest da, duh saetên êvarê ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê hat girtin û birin Goristana Yenîkoy a Amedê. Li Mizgefta Yenîkoyê nimêja cenazeyê hat kirin û tabuta Çinar ê YPG’î ku bi ala kesk, sor û zerê hate xemilandin li ser milan birin goristanê. Di meşê de dirûşmên, "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd rêya te rêya me ye", "Bijî berxwedana YPG’ê" hatin berzkirin. Hevserokên DBP’a Amedê Hafîze Îpek û Alî Şîmşek, rêveberên navend û navçeyan yên DBP û HDP’ê, hevşaredarên navçeyan, MEYADER, Dayikên Aştiyê tevlî bûn. Posterê Çinar hatin hildan û piştî kar û barê definkirinê Serokê MEYA-DER’ê Mehmet Yaşar got ku ev 30 sal e ji bo jiyanek azad û bi rûmet gelek ciwanî jiyana xwe ji dest daye û wiha dewam kir “Em dizanin ku çiqas dilê dê û bavan bişewite jî evqas serbilind in.”
Piştî Yaşar, Alî Şîmşek ji malbatê re sersaxî xwest û got: “Gelê Kurd bi têkoşîna ku li her çar parçeyên Kurdistanê dimeşîne mohra xwe li dîrokê daye. Serketina Kobanê bi têkoşîna hevpar a wisa pêk hat.”
Bavê Çinar yê YPG’î Tahîr Çinar jî got ku kurê wî ji bo şerefa Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.
Piştî merasîma cenaze, cenazeyên 5 HPG’yên li Şengalê jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi bajarên ku bên definkirin hatin oxirkirin.