Li Qerejdax birinc û sewalvanî dimire
Li Qerejdax a hema li ber serê Amedê ye ku demekê bi hilberîna birinc û sewalvaniyê dihat naskirin niha ev kar ber bi dawîbûnê ye.
Li Qerejdax a hema li ber serê Amedê ye ku demekê bi hilberîna birinc û sewalvaniyê dihat naskirin niha ev kar ber bi dawîbûnê ye.
Li Qerejdax a hema li ber serê Amedê ye ku demekê bi hilberîna birinc û sewalvaniyê dihat naskirin niha ev kar ber bi dawîbûnê ye. Ji ber sondajên hatine vekirin çavkaniyên avê ziwa dibin, êdî hilberîna birincê li hin herêma bi sînor tê kirin. Têkildarî sewalvaniyê alîkariya hikûmetê kiriye ev e ku guhar kirine guhê sewalan. Ji ber hilberîna birinc û sewalvaniyê gihiştiye asta tinebûnê bi biharê re gundiyên herêmê ji bo kar diçin bajarên rojava, dikarin findiq û sebzeyan de dixebitin.
Li Qerejdag a Amedê ku demekê bi sewalvanî û koçeran dihat zanîn, bi hilberîna birincê dihat naskirin, niha hem sewalvanî hem jî hilberîna birincê ber bi dawîbûnê ye. Muxtarê gundê Dîşlîbaşak ê herêma Qerejdax Mehmet Arslan, diyar kir ku li herêmê hilberîna birincê gihiştiye asta ber bi tinebûnê, niha jî di nav derfetên pir kêm de gundiyên herêma Kerejdax hewl didin bi sewalvaniyê debara xwe bikin.
Arslan anî ziman ku di mijara sewalvaniyê de ti piştgirî negirtine, Midûriyeta Bajêr a Xurek Çandinî û Sewalvaniyê tenê guhar bi guhên sewalên wan ve vekirine û ew qeyd kirine. Arslan got, “Di mijara êm û nexweşiyên sewalan de em ti alîkariyê nagirin. Bila derman û êmên erzan bidin.”
ZEVIYÊN BIRINCÊ ZIWA BÛN
Muxtar Mehmet Arslan got ku herêma Qerejdax demekê bi sewalvaniyê dihat naskirin, ji ber av li herêmê zêde bû birinc diçandin, lê çandiniya birincê her diçe kêm dibe. Arslan da xuyakirin ku ji ber sondajên hatine vekirin çavkaniyên avê ziwa bûne û zeviyên birincê ji ber bêaviyê ber bi tinebûnê ve diçin. Arslan got, “Dema wiha dibe jî êdî gundiyên Kerejdax nekarin debara xwe bikin.”
DIÇIN PEMBÛ Û FINDIKAN
Arslan da xuyakirin ku gundiyên herêmê ji bo debara xwe diçin bajarê rojava û got, "Diçin Çûkûrava, di zeviyên pembû û baxçeyên pirtiqalan de dixebitin. Bi heman rengî diçin bajarên wek Bûrsa, Hatay, Erzîn, Sakarya, di zeviyên pivazên şîn, xiyar û xêzaran de dixebitin. Diçin Derya Reş findiqan kom dikin.”