Karasû: 10 xal xalên ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir, ku 10 xalên di daxuyaniya heyeta HDP'ê û Hikûmetê de hatin aşkerakirin, xalên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Deh xalên di vê daxuyaniyê de, xalên demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne. Ev çi ye? Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewiyan, pirsgirêka rêveberiya xwecihî wê bi awayekî demokratîk çareser bibe. Bi vê pêşnûmeyê re hemû mirovên ji sîstemê nehatine dîtin, wê bi muzkaereyê re bibin xwedî bingeheke jiyana demokratîk û azad." Karasû destnîşan kir, ku eger dewlet û hikûmet bixwaze, xwedî polîtîkayeke çareseriyê be, bi meşandina muzakereyê re pirsgirêk dikarin di demeke kurt de bên çareserkirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, daxuyaniya hevpar a çapemeniyê ya Heyeta HDP û Hikûmetê ji ajansa me re nirxand.

Karasû bal kişand ser girîngiya daxuyaniya hevpar û got, "Bêguman ev yek girîng e. Ji ber ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de projeya Rêber Apo pêk tê. Ev yek bi awayekî zelal mûxatapgirtina Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd e di çareseriya pirsgirêka Kurd de."

Karasû ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestiye ev deh serenav bên muzakerekirin, piştre PKK kongreya xwe bicivîne û pêşniyar kiriye û bi vê yekê re biryara rawestandina têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê were stendin. Karasû diyar kir ku pêşnûme, projeyeke demokratîkbûyîna Tirkieyyê û di serî de çareseriya pirsgirêka Kurd çareseriya hemû pirsgirêkên bingehîn ên li Tirkiyeyê ye.

Karasû anî ziman ku bi vê daxuayniyê de demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ji her demê bêhtir nêz bûye û got, "Daneheviya Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê ya ji dehan salan, veguheriye bingeheke şênber a çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyînê. Hikûmetê jî neçar ma vê qebûl bike. Ji bo raya giştî jî, bingeheke bi vî rengî veguheriye destketiya demokratîkbûyînê. Hesabê hikûmetê di dibe bila bibe, êdî sozeke bi vî rengî ya demokratîkbûyînê li pêş çavê heyeta dewletê, heyeta hikûmetê pêşkêşî gelên Tirkiyeyê hatiye kirin."

10 XALÊN HATIN PÊŞKÊŞKIRIN XALÊN DEMOKRATÎKBÛYÎNA TIRKIYEYÊ NE

Karasû der barê 10 xalên hatin pêşkêşkirin de ev nirxandin kir:

"10 xalên di vê daxuyaniyê de cih digire, xalên ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne. Ev çi ye? Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewiyan, pirsgirêka rêveberiya xwecihî wê bi awayekî demokratîk çareser bibe. Bi vê pêşnûmeyê re hemû mirovên ji sîstemê nehatine dîtin, wê bi muzkaereyê re bibin xwedî bingeheke jiyana demokratîk û azad. Pirsgirêka jinê ya kûrbûna demokratîkbûyînê îfade dike û pirsgirêka ekolojiyê jî wê di çarçoveya muzakereyan de çareser bibin. Eger her qad wê demokratîk bibe, civak û xwecihî wê xurt bibin, di qada aboriyê de jî wê demokratîkbûyîna aboriyê ya tê wateya xurtbûna civakê, pêk were. Demokrasiya xwecihî gelekî girîng e. Ji bo demokrasiyê nebe nabe. Ev yek dikare Ege be, dikare Derya Reş be, dikare Kurdistan be. Armanc, xwerêvebirina mirovên vê erdnîgariyê ye. 10 xalên muzakereyê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan e."

Karasû her wiha destnîşan kir, ku bi vê pêşnûmeyê re tê xwestin pirsgirêkên hemû civatên etnîkî, bawerî û çandî yên ji sîstemê nayên dîtin, werin çareserkirin û Tirkiye ji aliyê giştî ve demokratîk bibe.

'ÇEK DANÎN TI CARÎ NEKETIYE ROJEVA ME'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû hin nîqaşên li ser beyana niyetê ya di daxuyaniyê de hat kirin nirxand û got, "Beriya her tiştî girîng e ev xal were destnîşankirin. Tiştekî weke bêçekbûnê nîne. Di rojeva tevgera me de bêçekbûn nîne. Me mijareke bi vî rengî nexistine rojeva xwe, em qet li ser nefikirîne, nehatiye hişê me. Lê bi salane em dibêjin; eger li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser bibe, em ê têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê bisekinînin, em ê biryara vê bidin. Lewma kengî li Tirkiyeyê demokratîkbûyîn pêk hat û pirsgirêka Kurd çareser bû, wê têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê jî bi dawî bibe...Dema di çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên şênber hatin avêtin, hingî wê PKK kongreya xwe bi vê rojevê bicivîne."

Karasû destnîşan kir, ku nîqaşên li ser çek danînê, nêzîkatiyeke şerê taybet a hikûmetê û got, "Ev yek ne zimanê çareserî û aştiyê ye. Gotina 'Bila gerîla dest ji çekê berde' zimanê şerê taybet e ku ev çil sal in li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd tê bikaranîn."

BICIHHATINA BEYANA NIYETÊ, BI GAVÊN HIKÛMETÊ VE GIRÊDAYÎ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku heta hikûmet gavên pêwîst neavêje, ne pêkane niyeta hatiye beyankirin bicih were, kombûna kongreyeke bi vî renî nacive û got, "Eger dibêjin em bi neiyeta baş ji bo civakê dikin, hingî divê di çareseriya pirsgirêka Kurd de gavê biavêje, Tirkiyeyê demokratîk bike û pirsgirêkên bi vî rengî çareser bike."

Karasû ragihand ku eger dewlet û hikûmet xwedî polîtîkayeke çareseriyê be û dest bi muzakereyê bike wê pirsgirêk di demeke kurt de çareser bibin û got, "Ji ber ku Rêber Apo jî Tevgera me jî ji aliyê rê û rêbazên çawaniya çareseriyê xwedî amadekariyane. Eger bi rastî jî polîtîkayeke çarseriyê ya hikûmetê hebe, hingî amadekariyên wê jî hene. Wê demê jî dikare gavê biavêje."