Yuksek: HDP hem hêvî ye û hem jî çareserî
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek got, "HDP hem hêvî ye hem jî çareserî. Ev hilbijartin wê bibe dema hêviyê û em ê desthilatdariya gel ava bikin."
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek got, "HDP hem hêvî ye hem jî çareserî. Ev hilbijartin wê bibe dema hêviyê û em ê desthilatdariya gel ava bikin."
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek got, "HDP hem hêvî ye hem jî çareserî. Ev hilbijartin wê bibe dema hêviyê û em ê desthilatdariya gel ava bikin."
Pêkhateyên HDP'ê li avahiya HDP'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokên partiyên siyasî yên pêkhateyên HDP'ê, serok û berdevkên wan tevlî bûn. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek jî tevlî civînê bû û axivî. Yuksek diyar kir ku hilbijartina pêk bê wê rejîma siyasî ya Tirkiyeyê diyar bike û wiha got: "Di dîroka 100 salan de hilbijartina herî krîtîk e. AKP dixwaze weke salên 1930-40'an bibe yek partî. Li aliyê din HDP bi pêkhateyên xwe re ji bo li Tirkiyeyê avabûnekî piralî çêbibe têkoşîna demokrasiyê dide."
EV BANG DÎROKÎ YE
Yuksek anî ziman ku hilbijartinên Hezîranê yan wê Tirkiye teslîmî "Erdoganîzm" û AKP'ê bibe an jî wê bibe pêvajoya hemû gelan, olan û nîjadan hembêz bike. Yuksek, bal kişand ser 10 madeyên ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatin aşkerakirin û wiha axivî: "Em vê bangê weke dîrokî dibînin. Ji ber ku têkoşîna 40 sal in li Tirkiyeyê tê dayîn rêyên demokratîk tinebûn bi rêyên cuda hate meşandin. Li welatên demokratîk û azadî lê heyî amûrên cuda nayên bikaranîn lê divê bingeha demokratîk hebe. Bi banga Ocalan bêçekbûyîn girêdayî şertên Tirkiyeyê ye."
JI VIR ŞÛN VE BERPIRSYARÎ YA AKP’Ê YE
Yuksek wiha axivî: "Kurd gavan diavêje. Êdî berpirsiyarî ya Tirkiye û AKP'ê ye. Em daxwaza xwe ya piştî serdema pevçûnan windahî çênebin danîn holê. Kurd xwedî li pêvajoyê derdikevin û divê hemû gelên Tirkiyeyê jî xwedî lê derkevin. AKP dixwaze civakê manîpule bike. Dibêje ew aştiyê dixwazin. Ev rast nîn e. Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Divê AKP hêviyan pêk bîne. Heke AKP berpirsiyariya xwe diavêje ser aliyekî din."
Yuksek bal kişand ser nîqaşên li ser çekan û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Merciyên biryarê yên nîqaşa çekan hene û ya dikeve ser milê me bingeha wê ya siyasî amadekirin e." Yuksek da zanîn ku HDP tenê partiya Kurdan nîn e û wiha axiftina domand: "HDP partiya hemû gelan, baweriyan û derdorên din ên civakê ne. HDP tevgera lêgerîna demokratîkbûnê ye. Em dizanin em ê bi ser kevin. CHP di nuqteya hêviyê de nîn e, AKP ji çareseriya pirsgirêkan dûr e û lê HDP hem hêvî û hem çareserî ye. Ev hilbijartin wê bibe serdema hêviyê."
Piştî axaftina Yuksek civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.