Ji bo gerîlayên ARGK’ê li Wanê Mewlûd

Ji bo gerîlayên ARGK’ê yên di navbera salên 1980-1990’an de jiyana xwe ji dest dane li Wanê mewlûd hat dayîn.

Ji bo gerîlayên ARGK’ê yên di nav hefteyê de nasnameya wan hat aşkerakirin û hat diyarkirin di navbera salên 1980-1990’an de jiyana xwe ji dest dane Xezal Gur (Axîn Feraşîn), Nazim Gur (Cîhan Feraşîn), Ubeyt Gur (Dijwar), Mahmut Alî Gur (Kahraman Gewda), Zekî Gur (Rubar Feraşîn), Nîhat Yeşîlagaç, Aydin Mukemre û Mecît Akkuş (Avareş) li Wanê mewlûd hat dayîn.

Di mewlûda li Mala Taziyeyê ya Îpekyolu parlamenterê HDP’ê yê Wanê  Nazmî Gur, Ozdal Uçer, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Veysî Dîlekçî, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Mîraz Çalli, Meclîsa Dayikên Aştiyê,  MEYA-DER û nûnerên rêxistinên civaka sivîl amade bûn. Piştî dûa û rêzgirtinê Serokê MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan got ku ciwanên Kurd bi fedakarî canê xwe danîne holê û soza dilsoziya bi bîranîna wan re da.

Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer jî diyar kir ku cihê şehîdan bihûşt e û divê her kes bifikire bê wê çawa layiqî wan be.

Uçer têkildarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê got, “Di pêşiya me de hilbijartineke pir girîng heye. Her kes ne tenê berpirsyarê dengê xwe ye, berpirsiyarê dengên heval û derdora xwe ye jî.”

Xizmên gerîlayên ARGK’ê jî gotin ku şehîd şehîdên hemû gelê Kurd in û bi wan serbilind in.

Mewlûd bi xwarinê bi dawî bû.