PKK’ê 'Şehîdên meha Adarê' bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK’ê 'Şehîdên meha Adarê' bibîr anî.
Komîteya Rêveber a PKK’ê 'Şehîdên meha Adarê' bibîr anî.
Komîteya Rêveber a PKK’ê 'Şehîdên meha Adarê' bibîr anî. PKK’ê got: “Em bang li gelê xwe yê rabûye ser piyan û hemû Partîgiran dikin ku şehîdên me li ser vî esasî bibîr bînin û heta ku şerê wan ên qehremaniyê derxin serketinê xwedî li wan derkevin. Em serketina berxwedana destanî ya Kobanê, Til Hemîs, Til Barak û Şengalê de di şexsê şehîd Kemal-Erîc Kanstandîno Scurfîel de ku herî dawî di eniya berxwedanê de şehîd ket, silav dikin.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek da û şehîdên meha Adarê bibîr anî. PKK’ê di daxuyaniya xwe de got: “Dîroka partiya me di heman demê de dîroka pêşketina destanî ya şehîdên vê berxwedanê û berxwedana qehremaniyêye jî. Li ser vî esasî em hevala Sema Yuce ku bedena xwe ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adaran kir, pira sor, bi wesîleya 8’ê Adarê bibîr tînin, bi îdîa û biryara ku sala 2015’an bikin sala hevdîtina bi Rêber Apo re, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz dikin û berxwedanên Kobanê, Şengal û Tîl-Hemîs silav dikin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku dîroka têkoşînê careke din nîşan daye ku şehîdên di berxwedana Kobanê û Şengalê re pêşengî kirin û destan nivîsîne, xeta qehremaniyê zêdetir kûr kirine û bûne heqîqeta afirandina têgeha qehremaniyê ya nû. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Rastiya gelê me yê ku li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê ku Kobanê tenê nehişt, bûye îfadeya şênberiya berxwedanê ya hesta welatparêziya Kurdan. Dîsa li her çar parçeyên Kurdistanê û her cihê ku Kurd lê dijîn veguheriya qada berxwedanê û ruhê yekîtiya neteweyî û welatparêziyê hatiye ziman. Dîsa di vê berxwedanê de asta pêşengiya jiyana azad û azadiyê ya jinê, di şexsê Arîn Mîrxan, Gulan, Zozan û Destînan de, hêza jiyana azad û jina berxwedêr li hemû cîhanê hatiye nîşandan. Ruhê Kader Ortakayayan li ku derê dibe bila bibe bûye îfadeya hevpariyê.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev xisûs destnîşan kir:
“Îro pêşketineke din a dîrokî ya pêk hatiye ev e; jiyana berê êdî ji holê hatiye rakirin. Em êdî dikevin jiyaneke nû, dikevin serdemeke ku hemû çîn û baweriyên din tevlî berxwedanê dibin. Em demeke ku gelê me ji 7’an heta 70’ê, jin-mêr ketinê, ya atmosfereke bi nîqaş afirandiye û helwestan diyar dike ye. Em demek ku tiştên me dipan û qezenckirina tiştên ku me winda kiribû ye. Çavkaniya sereke ya vê qezencê jî şehîdên me ne. Em li ser vî esasî şehîdên xwe bibîr tînin;
HEVALÊ AYDIN GUL YEKEM ŞEHÎDÊ TÊKOŞÎNA ME YE
Hevalê Aydin Gul piştî ku têkoşîna me berê xwe da Kurdistanê nêrînên şeroşger nas kir û ligel temenê xwe yê ciwan bi biryar û îfadeyeke mezin li herêmê li dijî Kemalîzm û sosyal-şovenîzmê têkoşînek aktîf meşand û di 7’ê Adara 1997’an de ji aliyê hêzên sosyal-şoven ve li Dêrsimê hat qetilkirin. Hevalê Gul yekem şehîdê têkoşîna me ye. Em hevalê Aydin Gul ku li dijî sosyal-şovenîzmê bû sembola têkoşîna me bibîr tînin û em soza xwe ya dilsoziya bîranîna wî dubare dikin.
Hevalê me Ekrem Biçak ku di nava ciwanên xwendekar de xebat dimeşand û li dijî çeteyên hevkar ên herêmî şer dikir, her tim li pêş bû û di 7’ê Adara 1980’ê de li Siwêrega Rihayê ji aliyê hevkarên feodal ve şehîd hat xistin, em hêzên ku ew şehîd xistin lanet dikin û em şehadeta wî bi rêzdariyek mezin bibîr tînin.
Hevalê Latîf ê Cîzirî ku li dijî êrîşên rêxistinên neteweperest yên îlker û êrîşên pergalê yên îmha û înkarê têkoşîn dimeşand, di 7’ê Adara 1980’ê de li Amedê şehîd ket. Em şehadeta wî bi rêzdarî bibîr tînin.
Hevalê Cemal Kilinç di Adara 1982’yan de li îşkencexaneyên Amedê ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî hovane hat qetikirin, em hevalê xwe bibîr tînin û diyar dikin ku berxwedana wan bingeha têkoşîna me ye.
Hevalê Ramazan Yayan ku di salên ku têkoşîna me di zîndanan de dihat çewisandin de şopdarê kevneşopiya berxwedanê bû di 1’ê Adara 1983’yan de li Zîndana Amedê di encama îşkenceyên giran de gihişt şehadetê û em wî bibîr tînin û diyar dikin ku em deyndarên şehîdên berxwedanê ne.
Hevalê Ferhan Îl di operasyonên qirkirinê ya Cuntaya Leşkerî de şehîd ket. Di 7’ê Adara 1983’an de li Amedê di encama êrîşa dijminahî de tevlî karwanê şehîdan bû û em hevalê xwe bi rêzdariyek kûr bibîr tînin.
Hevalê Ahmet Gence di pêla qirkirinê ya li Kurdistanê hat destpêkirin de 7’ê Adara 1983’yan şehîd ket. Em wî bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wî re dubare dikin.
Hevalê Cevdet Gunerhan di komkujiya ku faşîzmê sînor nas nedikir de şehîd ket. Di 7’ê Adara 1983’yan de gihişt şehadetê û em wî bi rêzdarî bibîr tînin.
Mehmet-Huseyîn Altinbaş ku di 1980’ê de tevlî gerîlayan bû û wek gerîlayekî têkoşîna xwe meşand, li Kerboran a Mêrdînê di operasyonekê de şehîd ketiye. Bîranîna wî maşeleya meşa me ye.
Di 9’ê Adara 1985’an de 8 hevalên ku bi pêşengiya hevala Berîvan-Adîfe Sakik û Cahît- Ahmet Îbîn ve gihiştin şehadetê em minetdarê wan e û li hemberî bîranîna wan bi rêzdarî serî ditewînin.
3 hevalên ku di şexsê hevalê Şemdîn-Nacî Goktepe 3’yê Adara 1986’an li bejahiya Hawêlê şehîd ketin bibîr tînin û soza xwe ya bilindkirina têkoşîna wan tînin ziman.
Em şehadeta 5 hevalên xwe yên di 7’ê Adara 1989’an de li desta Bîsmilê şehîd ketin di şexsê hevalê Hamît-Faîk Gezer de bibîr tînin û soza xwe ya ku em ê bîranîna wan bidin jiyîn dubare dikin.
Li navçeya Çîlikan a Semsûrê di 4’ê Adara 1991’ê de hevalê Erdal-Sabrî Kaymaz û du hevalên li gel wî di pevçûnekê de şehîd ketin em wan bi rêzdarî bibîr tînin.
'JI BO SERHILDANA NEWROZÊ BÛN MEŞALE'
Di kesayetiya rêhevala xwe Bêrîvan-Zînnet Karaaslan de, ku li gel du hevalên xwe re di 2'ê Adara 1992'yan de li navenda bajarê Wanê li mala ji aliyê hêzên dijmin ve hatin dorpêçkirin heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan, bûn destan û di yekemîn serhildana mezin a Newrozê ya li Wanê de bûn meşale, em her sê hevalên xwe bibîr tînin û diyar dikin ku meşaleya wan a rêya me ronî dike wê ti carî venemire.
Bi pêşengiya rêheval Şukru-Ahmet Agaç em şehadeta pênc hevalên xwe ya li bejahiya Wêranşarê di 8'ê Adara 1992'yan de bibîr tînin û destnîşan dikin ku di berxwedana me ya ber bi serketinê ve dimeşin de wê rê nîşanî me bidin.
Em şehîdên Şenkaya yên li herêma Çemçe ya Serhedê, ku her roj bi vîn û baweriyeke mezin li hemberî bi hezaran hêzên dijmin li ber xwe dan û li ser zimanê gelê Serhedê bûn destan bibîr tînin û diyar dikin ku em ê li gel rêhevalên xwe Medya Malazgîrt û Pîro Mako deh rêhevalên xwe yên di 7'ê Adara 1994'an de şehîd ketin ji bîr nekin, bi heman biryardarî û baweriyê em ê di têkoşîna azadiyê de israr bikin.
Di kesayetiya rêhevalê xwe Rustem-Mahmûd Osman de, em pênc rêhevalên xwe yên di 7'ê Adara 1994'an de li herêma Cilin a navçeya Mêrdîn Stewrê ji ber xiyanetekê di encama êrîşa dijmin de jiyana xwe ji dest dan, bi mînetdariyeke mezin bibîr tînin.
Di kesayetiya rêhevalên xwe Bengî-Turkmen Demîrel û Gever-Halûk Yildiz de em 12 rêhevalên xwe yên li herêma Agirî ya eyaleta Serhedê li ser sînorê hêzên mêtinger di nava xwe de xêz kiribûn jiyana xwe ji dest dan, bibîr tînin û destnîşan dikin ku em ê dilsoziya wan a bi têkoşînê re her tim esas bigirin.
Em rêhevalê xwe Îdrîs-Huseyîn Yildiz li gel pênc rêhevalên yên di 1'ê Adara 1995'an de li bejahiya eyaleta Dêrsimê di encama êrîşên dijmin de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bibîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan bi rêzdarî ditewînin.
Di kesayetiya rêhevalê xwe Dijwar-Kemal Emîn de em du rêhevalên xwe yên di 1'ê Adara 1995'an de li eyaleta Xerzanê di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin û diyar dikin ku şehadeta wan sedema têkoşîna me ye.
Di kesayetiya rêhevalê xwe Rifat-Ahmet Halît de em 12 rêhevalên xwe yên li qada Serkê Diryan ê eyaleta Botanê di 8'ê Adara 1997'an de di encama berxwedaneke mezin de şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin, bi wesîleya salvegera şehadeta wan bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînin.
'LI DIJÎ BI DEH HEZARAN LEŞKERÊN DIJMIN BERXWEDANA BÊHAMPA'
Di kesayetiya rêhevalên xwe Dêrsim-Aynûr Narîn û Evîndar-Guzel Çîçek de em 33 rêhevalên xwe yên li gundê Tûzlûca yê ser bi navçeya Çewlik Çêrme li hemberî bi deh hezaran leşkerên dijmin û her şêwe teknîka wan berxwedaneke bêhempa nîşan dan û gihîştin şehadetê, bibîr tînin û soza xwe careke din dubare dikin ku di bin fermandariya wan de em ê ber bi azadiyê ve bimeşin û bîranînên wan bidin jiyîn.
Rêhevalê Bawer-Tecettîn Şahîn, ku li dijî radestkirina Rêbertiya me bi komploya navneteweyî, yek ji nîşaneyên rastiya gel û partî ya fedaî ye û di 5'ê Adara 1999'an de li Elbak a Wanê çalakiya fedaî lidar xist, em wî bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wî re dubare dikin.
Di kesayetiya rêhevalên xwe Şîlan-Nazife Akbîngol û Menaf-Aydin Baygeldî de em 8 rêhevalên xwe yên li herêma geliyê Laç ê eyaleta Dêrsimê di 9'ê Adara 1999'an de di encama êrîşa hêzên mêtinger de jiyana xwe ji dest dan, bi mînetdarî bibîr tînin, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.
Em, rêhevalê xwe Akîf Karer-Şahîn Huseyîn ê li dijî hêzên dewleta kûr a TC di 10'ê Aara 1999'an de li Duhokê çalakiya fedaî lidar xist bi rêzdarî bibîr tînin û diyar dikin ku em ê bîranîna wî di rastiya partiya fedaîbûyî de bidin jiyîn.
Em 17 rêhevalên xwe yên bin fermandariya rêhevalên me Amed-Ferdî Ozgen û Sîpan-Yaşar Mahnam de di 11'ê Adara 1999'an de li bejahiya Qabilcewzê berxwedaneke bêhempa nîşan dan û gihîştin şehadetê, bi rêzdarî bibîr tînin.
Em rêhevala xwe Hîran-Viyan Silêman a li gundê Berj ê herêma Soranê dli 7'ê Adara 2003'an de şehîd ket bi rêzdarî bibîr tînin, dilsoziya xwe bi bîranîna wê re dubare dikin."
Daxuyaniya PKK'ê bi vî rengî bi dawî bû: "Li ser vê bingehê bîranîna şehîdên me yên di serketina bi heybet a dîroka berxwedana neteweyî de rolên xwe bicih anîn, bi berxwedana gel, lehengiya gel a têkoşer dibe. Li ser vê bingehê em bang li hemû endamên Partiyê û gelê xwe yê rabûye ser piyan dikin ku şehîdên me li vê esasê bibîr bînin û heta serketina şerê lehengiyê bi ser bikeve, xwedî li wan derkevin. Em tacîdarbûyîna berxwedana destanî ya Kobanê, Til Hemîs, Til Berak û Şengalê bi serketinê re, di kesayetiya rêhevalê xwe Kemal-Eric Konstandino Scurfield ê herî dawî li eniya berxwedanê şehîd ket, silav dikin."