'Pakêta Ewlekariya Hundir' bi balafirên ji kaxizê hat protestokirin

Şaxê MAZLUMDER a Amedê, belavokên ji bo protestokirina 'Pakêta Ewlekariya Hundir' amade kiribû kir balafirên ji kaxizê û ji ser avahiyan firand.

Şaxê MAZLUMDER a Amedê, belavokên ji bo protestokirina 'Pakêta Ewlekariya Hundir' amade kiribû kir balafirên ji kaxizê û ji ser avahiyan firand.

Di daxuyaniya li çalakiyê de hat destnîşankirin ku di nava 'Pakêta Ewlekariya Hundir' de xalên gelekî krîtîk ên rê li ber fikaran vedikin hene.

Di daxuyaniyê de hat gotin, 'Pêşnûmeya navê 'Reforma Ewlekariya Hundir' lê hatiye kirin û xistine rojeva Meclîsê bi xwe, gefê li ewlekariya hiqûqî ya welatiyan dixwe. Ev guhertina tê xwestin bê kirin, pêkane ku mafê meş, civîn û xwepêşandanan asteng bike, erk û fonksiyona dadgeriyê talan bike, bi taybetî ji ber erka berfireh a polîsan dikare rê li ber encamên kêfî û jêneveger ên neyînî veke."

MAZLUMDER'ê bang li hikûmeta AKP'ê kir ku pêşnûmeya mijara gotinê betal bike.