Şervanê YPG'ê Altûnç hat definkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Firat Altûnç (Harûn Goyî) yê 2'ê Adarê di pêngava azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê ji hêla hezaran kesî ve hate definkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Firat Altûnç (Harûn Goyî) yê 2'ê Adarê di pêngava azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê ji hêla hezaran kesî ve hate definkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Firat Altûnç (Harûn Goyî) yê 2'yê Adarê di pêngava azadkirina gundên Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê ji hêla hezaran kesî ve hate definkirin. Cenazeyê Altûnç, piştî otopsiyê ya li Rihayê bi karwanekî bi sedan wesayîtî pêk dihat anîn Şirnexê, di ketina bajêr de ji hêla sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Di ketina bajêr de polîsan rê girtibûn, nehişt cenaze bikeve bajêr. Piştî hevdîtina bi rayedarên polîsan re, karwan bi dirûşman careke din rêya xwe domand. Li ser rêyan karwan ji hêla sedan welatiyan ve bi dirûşmên, "Bijî berxwedana Kobanê", "Şehîd Harûn nemir e", "Bijî Serok Apo" hatin pêşwazîkirin û piştre jî derbasî Bajaroka Gundikê Melê yê girêdayê Şirnexê bû. Cenazeya ku nêzî Goristana Temtemûyê bû, cenazeyê ji wesayîtê hate derxistin û li ser milan bi destmala kesk û sor û zer hat pêçandin heta goristanê meşiyan. Dîsa di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Şervanê YPG'ê Altûnç hat vekirin.
Piştî li nêzî Goristana Temtemûyê ya li qûntara çiyayê Cûdî ye merasîm pêk hat, bi dirûşman spartin axê. Di merasîma ku Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, hevşaredarên herema Şirnexê, rêveberên rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên bajêr û navçeyan amade bûn. Di merasimê de dûa hatin xwendin û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Şaxa MEYA-DER'a Cizîrê Mele Kasim Yîgît diyar kir ku qatilên DAIŞ'ê ciwaneke din jî qetil kirine û wiha got: "Hevalê Harûn di rêya heqîqet û azadiyê de şehîd ketiye."
EM XWEDÎ LI ŞERVANÊN XWE DERKEVIN
Piştî axaftina Yîgît, Parlamenter Sariyildiz axivî û sersaxî ji malbat û hemû gelê Kurd re xwest. Sariyildiz destnîşan kir ku îro gelê Botanê canekî xwe yê din jî spart axê, mizgîniya azadiya Kurdistanê dide û wiha got: "Hemû Rojhilata Navîn, hemû mirovahî rûmeta xwe emanetî van şehîdan, Harûnan û Arînan dike. Ew canê me yên herî bi nirx in. Bedena xwe ya ciwan feda kirin û serê gelê Kurd bilind kirin, li rûmeta xwe xwedî derketin. Wan parêzvantiya rûmeta mirovahiyê yên di bazaran de dihatin firotin kirin. Ciwanên me vî şerî ji bo rizgariya hemû gelên Ereb, Suryanî û hemû Rojhilata Navîn dan. Bi saya serê wan îro li Kobanê, Şengal, Til Hemîs, Til Berak û gelek serketinan pêk anîn. Gav bi gav gel tên azadkirin, serketina ciwanên Kurd niha di rojeva cîhanê de cih girtiye."
Apê Altûnç ê YPG'yî Saît Altunç jî, diyar kir ku Harûn ne tenê yê malbatê şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye. Piştî axaftinan cenazeyê Şervanê YPG'ê Altûnç spartin axê.