Ji YJA Star û YPJ Şengal çalakiyên hevpar

Hêzên YJA Star/YPJ-Şengal, ji bo bîranîna gerîlayên jiyana xwe ji dest dan Edessa û Vînar Semsûr hin rêze çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de 5 çete hatin kuştin.

Hêzên YJA Star/YPJ-Şengal, ji bo bîranîna gerîlayên jiyana xwe ji dest dan Edessa û Vînar Semsûr hin rêze çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de 5 çete hatin kuştin.

Fermandariya YJA Star a Şengalê û Hêzên YPJ-Şengal'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo bîranîna rêhevalên wan Edessa û Vînar Semsûr ên ji bo hilanîna tola bi hezaran jinên li Şengalê hatin revandin canê xwe feda kirin, çalakiyên hevpar hatine lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku roja 5'ê Adarê saet di 11:30 de li taxên Xeyr Nasir û Taxa Minare, hêzên gerîla 2 çalakiyên sûîqestê pêk anîne û di encamê de çeteyek hatiye kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.

Li gorî daxuyaniyê, li taxa Xeyr Nasir saet di 15:30 ê heman rojê de jî li hemberî çeteyan çalakiyek hatiye lidarxistin û di encamê de çeteyek hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di êvara heman rojê saet di navbera 19:30 û 20:30 de, gerîlayên me yên bi tevgera komeke çeteyan hesiyan bi çekên ferdî û B-7 li wan dan û di encamê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû."

Hat ragihandin ku di sibeha 6'ê Adarê saet di 09'an de jî li derdora taxa Xeyr Nasir çalakî pêk hatiye û çeteyekî DAIŞ'ê hatiye kuştin.