Nivîskarên Kurd: Bi ‘Pakêta Ewlekariya Hundir’ pêvajo pêş nakeve

Hikûmeta AKP’ê li aliyekî pêşnûmeya çareseriyê ya ji 10 xalan pêk tê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye pêşkirin, aşkera kir û li aliyê din jî di ‘Pakêta Ewlekariya Hundir’ de israr dike. Nivîskarên Kurd nerazîbûn nîşanî vê dan.

Hikûmeta AKP’ê li  aliyekî pêşnûmeya çareseriyê ya ji 10 xalan pêk tê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye pêşkirin, aşkera kir û li aliyê din jî di ‘Pakêta Ewlekariya Hundir' de israr dike. Nivîskarên Kurd bertek nîşanî vê dan. Altan ji bo pakêtê, şîroveya ‘pakêta înfazê’ kir, Anter daxwaz kir ku dewleta Tirk ewlehiyek siyasî bide Kurdan. Aktaş jî got ku pakêt li dij pêvajoyê ye û pêvajo li gorî daxwaza AKP’ê nekare bidome.

Nivîskar Arîf Altan, Dîcle Anter û Ercan Jan Aktaş ‘Pakêta Ewlehiya Hundir’ û pêvajoya çareseriyê ji ANF’ê re nirxand.

ALTAN:JI KOMKUJIYÊ RE DIBÊJIN ‘VEGERA LI JIYANÊ’ JI PAKÊTÊ RE DIBÊJIN  ‘AZADÎ’

Nivîskar Arîf Altan: Serokwezîr ‘Pakêta Ewlekariya Hundir’ girtiye destê xwe û  ji bo her zindiyî biçewisîne xwe amade dike û dibêje yên zimanê şîdetê bikar bînin wê winda bikin. Dibêje: "Li aliyekî bi me re hevdîtinan dike û li aliyê din jî ger zimanekî wek ê 6-8’ê Cotmehê bikar bînin wê winda bikin.” Derewa sedsalî dubare dike û Kurdan dawetî helwestê dike.  Di mêtingeriyan de kar bi derewan re ligel hovîtiya tazî dimeşe. Di 6-8’ê Cotmehê de çi bû? Dewletê li ber çavên hemû cîhanê serî li komkujiyê da. Kujer berdan kolanan. Talîmata înfazê da polîsan û çekdarên dewletê ji 40 zêdetir kes qetil kirin. Encama komkujiya hov dîsa li qurbanan bar kirin. Niyeta vê pakêtê ev e ku hovîtiyê bidomîne. Kurdan di 6’ê Cotmehê de ji bo piştgiriya Tirkiye dide DAIŞ’ê şermezar bike daket kolanan. Lê dewletê hovîtiya ku DAIŞ li Rojava pêk tîne, li vir pêk anî. Her wiha hewl da ku vê hovîtiyê wek pevçûneke di navbera Kurdan de bide bihîstin.

Ev desthilatdarî nûnere kevneşopiya ku di xerabûnê de gelek tenik bûye û dikare navê ‘vegera li jiyanê’ li komkujiyê bike. Ji ber vê jî pakêta înfazê wek ‘pakêta ewlekariyê’ pêşkêş dike. Rayeya kuştina bêsînor, zilma bê sînor wek razemeniya herî mezin a li rûmeta mirovahiyê pêşkêş dike.

ANTER:LI ROJHILATA NAVÎN ÇEK EWLEHÎ YE

Nivîskar Dîcle Anter: Li şûna ‘Pakêta Ewlekariya Hundir’ divê Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê ya ku bûyerên di salên 90’î de pêk hat lêkolîn bikin bên avakirin. Pêşniyara di vê mijarê de Birêz Ocalan bi salan e dike. Lê em dibînin ku vê bi zanebûn nakin jiyanê. Tirkiyeyê wisa sûc kiriye ku, kesên dengan didin hikûmetê de jî wê li dijî sûcên ku dewletê çiqas kiriye matmayî bimînin. Ji bo karê Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê lêkolînkirin şexsiyet hene.  Navê polîs, leşkerên ku wê demê peywir girtine hene. Hinek sazî hatin avakirin. Van kuştina mirovan girt ser xwe. Bi pakêta ewlekariyê re derket holê ku ev hê didomin.  Li cihekî ku ev pakêt dikeve jiyanê de wê pêşnûmeya muzakereyê ya ji 10 xalan pêk tê wê çawa bikeve jiyanê? Hikûmet bi israr dibêjin çekan deynin. Gelo li dijî van pêkanînan wê Qendîl çawa çekan deyne? Divê ev vekirî bê gotin ku; îro ji sedî 90 Kurdan şer naxwazin, lê di van şert û mercan de ne li alîgirin ku çekan deynin.

Li Rojhilata Navîn şer heye û çek ji bo Kurdan ewlehî ye. Ger li Şengalê çek hebûna wê bi hezaran jinên Êzidî li bazaran bihata firotin? An jî ger çek hebûna wê Kobanê îro di vê rewşê de bûna? Gelo dewleta Tirk ewlehiyek siyasî dide? Qanûnê naguhere, benda ji sedî 10 ranake, rêya meclîsê dixetimîne û piştre jî weke ku tiştek nebûye dibêje bila çek bên danîn…

AKTAŞ: PAKÊT Û DEKLEREASYON LI DIJ HEV E

Nivîskar-lêkolîner Ercan Jan Aktaş jî got: Pakêta Ewlekariya Hundir amadekariya ji bo pêşerojê ya AKP’ê ye. Bi taybet hikûmeta AKP’ê di  Berxwedana Geziyê de gelekî ket zorê. Piştre dîsa di encama polîtîkayên hikûmeta AKP’ê de çeteyên DAIŞ’ê derketin holê û li dijî êrîşên wê yên li Kobanê Erdogan derket û got; wê Kobanê bikeve. Li ser van gotinên wî  Berxwedana 6-7’ê Cotmehê destpê kir û vê jî fikarên hikûmetê zêde kir. Ev her du rewş di rastiyê de bertekên tund li dijî nêzîkatiya AKP’ê bû.  AKP li şûna ku li ser van bertekan sererastkirinan bike ket nava helwestek tund. Dixwaze vê nêzîkatiyê bi vê pakêtê bidomîne.

Dema ev pakêt li Meclisê bû, li aliyê din parlamenterên AKP’ê û HDP’ê bi hev re  deklerasyona ji 10 xalan pêk tê ya Birêz Ocalan pêşkêş kiribû bi çapemeniyê re parve kirin. Ev her du rewşên girîng derbasî hev bûn.  Deklerasyona ji 10 xalan pêk tê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Pakêta Ewlekariya Hundir jî li dijî pêvajoyê ye û rasterast bandorê li ser pêvajoyê dike. Ji ber vê yekê pakêt û deklerasyon li dij hev in.”