Civînên Meclîsa Şaredariya Sûrê bi tevlîbûna gel dewam dikin
Civînên Meclîsa Şaredariya Sûrê ku ji destpêka rêveberiya nû û vir ve bi gel re tên lidarxistin, weke kevneşopiyekê dewam dike. Civîn vê carê jî bi tevlîbûna şêniyên taxa Tilelekê pêk hat.

Di civînê de hatin û çûndinên şaredariyê yên mehekê hatin aşkerakirin. Di vê civînê de hevşaredar Seyid Narîn li ser girîngiya tevlîbûna gel a li van civînan axivî û got: Em li benda nêrîn û pêşniyarên her kesî ne ku bi me re parve bikin. Ji komunên gundan, keyayên taxan heta bi meclisên taxan deriyê me ji bo hemû nêrîn û pêşinyarên we vekiriye. Herdem em li hêviya rexne û pêşinyarên we ne da ku em bi hev re bikaribin xizmeteke baştir ji gelê xwe û bajarê xwe re bikin."
Piştî axaftina Narîn welatiyekî vê taxê pirsgirêkên taxê ên wekî binesazî û kêmbûna avê û wesayitên çûn û hatinê anîn ziman. Narîn jî bersiv da û got: "Haya me ji wê yekê heye û em hewldanên xwe yên ji bo çareseriyê dikin. Di demeke herî kin de em ê bi şaredariya xwe ya mezin û DISKI'yê re van pirsgirêkên taxê nîqaş bikin û çareseriyekê jê re bibînin."