Rêya duble ya AKP’ê bû rêya mirinê

Li Bismilê Abdulazîz Bayman ê ajokarê otomobîla ku li qapaxa rogarê qelibî û teqle avêt duh jiyana xwe ji dest da. Elîf Topkan a 7 salî ya bi birîndarî rizgar bû jî îro li nexweşxaneya ku tedawî didît jiyana xwe ji dest da.

Li Bismilê Abdulazîz Bayman ê ajokarê otomobîla ku li qapaxa rogarê qelibî û teqle avêt duh jiyana xwe ji dest da. Elîf Topkan a 7 salî ya bi birîndarî rizgar bû jî îro li nexweşxaneya ku tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Rêya duble ya AKP'ê her roj rê li ber mirinan vedike.

Duh bi şev Abdulazîz Bayman bi xwişka xwe re ji bo tevlî merasîma nîşanê bibe bi otomobîlê ji Stenbolê ber bi Êlihê ve ket rê. Otomobîl dema ji Bismilê ber bi Êlihê ve diçû di derketina navçeyê de li ser rêya duble ya propagandaya hilbijartinê ya AKP’ê, li qapaxa rogarê ya 20 santîmetreyan ji erdê bilind qelibî. Bi bandora qezayê ajokar hakimiyeta xwe ya li ser dîreksiyon winda kir û otomobîl teqle avêt.

Di qezayê de ajokar Bayman li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Xwarziya wî Elîf (7) li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcle jiyana xwe ji dest da. rewşa dayika Elîf Şukran Topkan (40) û Kadrî Bayman (20) hê giran e. Xal û xwarziyên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li gundê Keverzo yê Êlihê li rex hev hatin veşartin.