Şervanê YPG’ê Salih Çîvî bi heybet hat oxirkirin

Li Colemêrgê şervanê YPG’ê Salih Çîvî (Navdar Colemêrg) ku li Kobanê di encama pevçûnan de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê zêdetirî 20 hezar kesan ve hat oxirkirin.

Li Colemêrgê şervanê YPG’ê Salih Çîvî (Navdar Colemêrg) ku li Kobanê di encama pevçûnan de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê zêdetirî 20 hezar kesan ve hat oxirkirin. Serokê MEYA-DER’ê Ramazan Elmas diyar kir ku mirovahî minetdarê van şervanan e.

Bi deh hezaran welatiyên Colemêrgê cenazeyê şervanê YPG'ê Salih Çîvî (Navdar Colemêrg) ku di dema paqijkirina çeteyan a li Kobanê de şer dikir, jiyana xwe ji dest da bi pêşengiya MEYA-DER’ê spartin axê. Cenazeyê Çîvî ji aliyê konvoyek ku bi dehan wesayîtin pêk dihat li Qada Azadiyê ya nêzî Colemêrgê ye hat pêşwazîkirin. Welatiyan cenazeyê Çîvî anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û li wir jî ji aliyê hezaran welatiyan bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî Serok Apo" hat pêşwazîkirin. Girseya ku her ku zêde bû alên YPG, KCK, PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Piştî cenazeyê Çîvî ji nexweşxaneyê derket esnafan hemû derabeyên xwe anî xwarê û cenaze ber bi Goristana Şehîdgehê ya li Serê Solan hat rêkirin. Xwendekarên dibistanan dev ji waneyên xwe berdan û tevlî merasîmê bûn.

Girse dema gihişt terqarê ya kantarê ji 20 hezar derbas kir. Di meşê de jî ligel deh hezaran welatiyan endamên saziyên sivîl ên Colemêrgê, hevşaredarê Colemêrgê û endamên MEYA-DER'ê amade bûn û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Rêheval Navdar nemir e" û "Dê Kurdistan ji DAIŞ'ê re bibe goristan" hatin berzkirin.

Welatiyan cenazeyê Çîvî bi wesayîtê heya nêzîkî goristanê anîn û ji wir jî li ser milan anîn Goristana Şehîdgehê. Di meresimê de ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî vecibeyên olî şervanê YPG'ê Çîvî bi dirûşman spartin axê. Serokê MEYA-DER'ê Ramazan Elmas axaftinek kurt kir. Elmas diyar kir ku rêheval Navdar ne tenê ji bo Kurdistanê têkoşiya, ji bo çar parçeyê Kurdistanê têkoşiya û ji bo vê canê xwe da. Elmas destnîşan kir ku mirovahî minetdarê van hevalan e û wiha got: “Em bejna xwe li ber van şehîdan ditewînin.”

Hevserokê DBP’a Colemêrgê Musa Çîftçî jî axivî û diyar kir ku kurdan di Rojhilata Navîn de berdelên giran dane û wiha got: “Berxwedana Kobanê li cîhanê nav daye û mixabin ji ber vê jî berdelên giran didin.” Çîftçî diyar kir ku hê jî hin kes bi pereyan şerefa xwe difiroşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em destûrê nedin ku kesên ji bo berjewendiyê xwe tevdigerin serê xwe di nav civakê de bilind bikin.”