Ji Êlihê ji bo 10 xalan banga gav avêtinê li AKP'ê hat kirin

Daxuyaniya Heyeta HDP'ê ya di civîna çapemeniyê de bi hikûmeta AKP'ê re li ser pêvajoya çareseriyê da, ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên li Êlihê ve hat destekkirin.

Daxuyaniya Heyeta HDP'ê ya di civîna çapemeniyê de bi hikûmeta AKP'ê re li ser pêvajoya çareseriyê da, ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî yên li Êlihê ve hat destekkirin. Hat xwestin, ku ji bo bicihanîna van 10 xalan hikûmet tavilê gavan biavêje.

Kazim Ateş ê ji darbeya faşîst a 12'ê Îlonê û hovîtiya Zîndana Amedê re şahidî kir û 27 salan di girtîgehê de ma, Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Êlihê Mehmet Can Demîr ê di 12'ê Îlonê de hat darizandin û di demên cuda de bi giştî 19 salan di girtîgehê de hat ragirtin, Dayika Aştiyê Halîme Avci ya 70 salî, ku zarokê xwe li nava refên PKK'ê ji dest da û Zîhnet Aslan a hevserê wê 21 sal in girtî ye, der barê pêvajoya çareseriyê de ji ANF'ê re axivîn.

ATEŞ: PAKET LI PÊŞIYA MUZAKEREYÊ ASTENG E

Siyasetmedarê Kurd Kazim Ateş: "Yek ji sedemên bingehîn ê derxistina qanûna ewlekariyê, pêkanîna li dijî mezinbûna tevgera civakî, girseyî û tevgera azadiyê ye. Qanûnên dema 12'ê Îlonê û qanûnên roja îro ji aliyê cewherî ve mîna hev in. Rejîma otorîter û zextdar e. Ji bo pêşî li nêrînên rêxistinên civakî yên sivîl, mirovên welatparêz, şoreşger û rewşenbîr e. Yanî, civaka ku tê xwestin were afirandin civakeke nediyar a ku refleksên xwe bi temamî mirî ye, li hemberî tiştekî dernakeve û mîna ya dema 12'ê Îlonê civakeke serîtewandî ye.

Dibe ku îro 12'ê Îlonê tinebe, lê belê heman ruh dewam dike. Ne girîng e ku îro Kenan Evren Serokê Fermandariya Giştî be yan na. Yan jî tinekirina rêveberê darbeya faşîst a 12'ê Îlonê Kenan Evren, tiştekî naguherîn. Ji ber ku mejiyê wî li koltixa li dû xwe hişt, dewam dike. Parlamenterên HDP'ê li Meclîsê nîşan dan ku bikaranîna pûşî ya di çanda gelekî de heye, sûc e. Eger tu bendê deyne pêşiya çand, kevneşopî, orf û adetên gelekî, hingî tu wî gelî tine dihesibîne. Em 'Pakêta Ewlekariya Hundir' weke hewldanek ji bo tinekirina têkoşîna civakî ya Kurd dibînin.

Eger vîna gel a di kampanya îmzeyan a 'Ji Ocalan re Azadî' de derketiye holê li ber çavan nayê girtin û qanûnên xizmetê ji vê pêvajoyê re nakin tê derxistin; em vê yekê weke nêzîkatiyeke gelekî xetere û xizmetê ji pêvajoyê re nakin, dibînin. Her kesê aqil li serî dizane ku ev qanûn li ber muzakereyê asteng e.

Daxuyaniya hevpar a rayedarên Hikûmetê û Heyeta Îmraliyê erênî ye. Ya yekemîn; divê her tişt zelal be, eger muzakere wê bê kirin divê ev yek bi civakê re were parvekirin. Pêwîste gelên Kurd û Tirk bi awayekî hevpar werin agahdarkirin. Li gel vê yekê berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê rewşenbîrên xwedî wijdan û çapemenî-weşanê. Girîng e hevdîtinên li Îmraliyê li pişt deriyan nemîne. Em heta dawiyê pê bawer in ku bi xurtkirina têkiliyên xwişk-biratriyê re Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, ku bi vê felsefeyê hatiye heta roja îro, wê di her şert û mercî de bi ser bikeve. Ji ber ku ev 40 sal in pratîka vê tê nîşandan."

DEMÎR: PAKET BÊ QEBÛLKIRIN, WÊ BAWERIYA GEL NEMÎNE

Hevserokê DBP'ê yê Êlihê Mehmet Can Demîr: "Bi hişmendiya erk û wezîfeya dikeve ser milê me re, em ê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk bikevin nava hewldanan. Lê belê di nava raya giştî de ji aliyê samîmiyeta pêvajoya muzakereyê ve, ji ber pratîkên demên bihurî di nava gelê me de fikarên mezin hene. Kengî pêşnûmeya ji 10 xalan bikeve meriyetê, hingî wê gelê me bawer bike ku AKP û dewlet samîmî ye. Di dîrokê de yekemcar temsîlkarên dewletê û li ser navê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd heyetekê bi hev re daxuyaniyek da. Ev yek cihê teqdîrê ye, lê belê em di wê baweriyê de ne ku bi avêtina gavên şênber re wê dilê civakê rehet bibe. Gumana herî mezin a gel 'pakêta ewlekariyê' ye ku di Meclîsê de israrek li ser wê heye. Eger ev pakêt bê qebûlkirin, ti baweriya gel a ji bo pêvajoya çareseriyê wê nemîne."

AVCI: DIVÊ XALA DESTPÊKÊ AZADIYA RÊBERÊ ME BE

Berdevka Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Êlihê Halîme Avci: "Em weke dayikên aştiyê bi salan, ji bo xwîn li vê erdnîgariyê nerije têkoşiyan. Gelek ji dayikên aştiyê ji ber ku daxwazên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman li nava kolanan rastî şîdeta bi ço, îşkence hatin û li zîndanan hatin ragirtin. Lê belê di rewşa heyî de, li ser pêşnûmeya çareseriyê ya Rêber Apo ya ji 10 xalan li hev hat kirin. Xala destpêkê ya çareseriya vê pirsgirêkê, azadiya Rêberê me ye. Kî li hemberî daxwazên Rêberê me tevbigerin, wê li pêşberî xwe; me dayikên aştiyê bibîne.

Bi hezaran dayikan ewladên xwe ji dest dan. Eger tevî ewqas êş û azarê em di têkoşîna ji bo aştiyê de israr dikin, divê mercên jiyanê yê vîna me Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bên sererastkirin, dûre muzakere destpê bike."

Hevşaredara Awiskê Hîdayet Tîryakî: "Em daxuyaniya hevpar erênî dibînin. Em hêvîdar in ku ev daxuyaniya dîrokî bi hatina aştiyê re bi encam bibe. Lê belê ji ber tecrûbeyên berê, gel di nava gumanan de ye. Ji roja daxuyanî hat dayîn heta niha mirovên bi me re diaxivin dibêjin, 'Gelo hikûmeta AKP'ê ji bo hesabê hilbijartinê tevdigere? Piştî her hilbijartinê maseyê ji holê radike, gelo dîsa li benda hilbijartinê ye?' Eger hikûmeta AKP'ê naxwaze kaosa li Rojhilata Navîn bîne Tirkiyeyê, hingî li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd ti astengî nemaye. Weke gel û tevgerê, çi berpirsyarî dikeve ser milê me em ê bicih bînin. Lê belê, eger pêşnûmeya çareseriyê ya ji 10 xalan tavilê nekeve meriyetê, wê gumanên gel neqedin. Li aliyê din 'Qanûna 12'ê Îlonê' ya di bin navê 'ewlekariyê' de hewl tê dayîn ji Meclîsê bê derxistin, vê pirsgirêkê çareser nake, berevajî benzînê li vî agirî dike."

ASLAN: DIVÊ AKP GIRTIYÊN DÎLGIRTÎ SERBEST BERDE

Hevsera dîlgirtî Zîhnet Aslan: "Hevserê min ev 21 sal in di zîndanê de ye û kurê min ê bi tenê, bavê xwe li zîndanê nas kir. Hevserê min Habîb Aslan berî 21 salan bi birîndarî dîl hat girtin û tevî ku parçeyên şerapnelê di bedena wî de hene jî nayê tedawîkirin. Weke malbatên girtiyan, di serî de girtiyên nexweş em dixwazin hemû girtiyên siyasî tavilê werin berdan. Hevserê min, ji ber ku Kurdbûyîna xwe parast li îşkenceyên gelekî giran rast hat. Deriyên zîndanê bû mala me ya duyemîn. Mîna me bi hezaran malbat hene. Lewma eger dewlet ji dil be divê tavilê dîlên di destê xwe de, bi hezaran girtiyan tavilê serbest berde.