KJK: Divê alî pêvajoyê bilez bikin, muzakere demldest destpê bikin
Koordînasyona KJK’ê, diyar kir ku heta dawiyê piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li pişt pêvajoyê ne.
Koordînasyona KJK’ê, diyar kir ku heta dawiyê piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li pişt pêvajoyê ne.
Koordînasyona KJK’ê, diyar kir ku heta dawiyê piştgiriyê didin banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li pişt pêvajoyê ne. KJK’ê got, “Bi vê banga Rêbertiya me re wezîfeya tevayî aliyan e ku bi vê banga Rêbertiya me re vê pêvajoyê bilez bikin û muzakereyê tavilê bidin destpêkirin. Bilez avakirina şert û mercên wekhev û mekanîzmayê mijareke ku dest jê nayê berdan.”
Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) a daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku di salvegera darbeya 28’ê Sibatê de bi daxuyaniya dîrokê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li hember pergala darbeyê ya a bi dehan salan li hember gelên Tirkiyeyê hat ferzkirin gaveke demokratîkbûnê ya girîng hatiye avêtin.
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku ev gav pêngaveke demokrasiyê ya dîrokî ye jî û ev xisûs diyar kir: “Bûye pêngava herî girîng a cidiyet û îrade ji pêvajoya çareseriya demokratîk re daye qezenckirin. Rêbertiya me heta îro di pêvajoya çareseriya demokratîk de bi israr, hewldaneke mezin û kedê timî bûye îradeya pêşvekirina rêya aştiyê ya zehmet. Pêşeroj û berjewendiya gelan aligirê çareseriya demokratîk û guhertinê ye. Ev her ku biçe veguhere dînamîka têkoşîneke bi biryar a guhertin û veguhertineke demokratîk diafirîne. Cewhera çareseriya demokratîk e. Pêşketin û îradeqezenckirina aştî û demokrasiyê ku ne qada dewletê, bi sekna têkoşîna demokratîk a rêxistinî û bi zanebûn a gelên me re pêş dikeve her roj hê zêdetir tê fêmkirin. Banga Rêbertiya me di vê çarçoveyê de dîrokî ye. Baweriya bê dawî ya ji biryar û îradeya têkoşîna demokratîk a gelan re nîşan dide. Li ser vî esasî bangeke wiha dîrokî di rastiyê de bangeke têkoşîna demokrasî û aştiyê ya mezin a ji gelan re ye.
Em wek Komalên Jinên Kurdistan heta dawiyê piştgiriyê didin vê banga Rêbertiya xwe û em diyar dikin ku li pişt vê pêvajoyê ne.
Bi vê banga Rêbertiya me re, wezîfeya hemû aliyan e ku lezê bidin pêvajoyê û tavilê dest bi muzakereyê bikin. Destpêkirina muzakereya li ser 10 xalên hatin destnîşankirin, avakirina merc û mekanîzmayên wekhev, pêwîstiyeke. Ji bo vê jî divê Desteya Şopandinê were avakirin û bibe xwedî merc û derfetên çavdêrî û şopandina pêvajoyê. Berpirsyariya destpênekirin û derengxistina muzakereyê wê ya hikûmetê be. Avêtina gavên ji bo demokratîkbûyînê, li gorî ruhê pêvajoya çareseriyê û muzakereyê ye. Lewma divê pakêta 'ewlekariya hundir' a bi rojane li Meclîsê bi zorê hewl tê dayîn were derxistin bê vekişandin û li şûna wê, xebatên amadekirina destûreke bingehîn a nû werin destpêkirin. Pêwîste mercên meşandina pêvajoya muzakereyê ji bo Rêbertiya me werin afirandin, sekreterya bê avakirin. Li gorî mercên muzakereyê pêwîste derfet hebin ku heyeta HDP'ê kengî pêwîstî pê dît bi Rêbertiya me re hevdîtinê bike, Rêberê me karibe bi saziyên demokratîk, rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtinê pêk bîne û bi rêya çapemenî û medyayê xwe bigihîne raya giştî.
Di vê pêvajoya ku li ser banga Rêberê me wê berfireh bibe de, em bang li hemû jinan dikin ku daxwaz û mercên muzakereyê, aştiya civakî û wekheviyê hevpar bikin, zane bikin û di çarçoveya pêwîstiyên têkoşîna pêvajoya çareseriya demokratîk xwe birêxistin bikin. Em bang li tevahiya gelên Tirkiyeyê dikin ku di mijara demokratîkbûyînê de hîn bêhtir zextê bikin, ji bo di vî warî gav bên avêtin têkoşîna demokratîk xurt bikin. Em bang li her kesî dikin ku li nava refên HDP'ê li dijî meylên yekperestî û dîktatoriyê yên AKP'ê bisekinin."