Li Şirnexê êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Suryaniyan hat şermezarkirin
Li navçeya Hezex a Şirnexê ji aliyê Weqfa Dêra Qedîm a Suryanî ya Meryem Ana û HDP’ê ve êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî gelê Suryanî bi meş û daxuyaniyekê hat protestokirin.

Li ser navê Suryaniyan Îbrahîm Gosterîş axivî û bang li raya giştî kir ku piştgiriyê bidin hêzên berxwedanê û berxwedana gel û YPG-YPJ’ê silav kir.
DOVÎZ HATIN HILDAN
Hevserokên DBP’ê, Hevşaredarê Hezexê, Hevşaredarê Bajaroka Sirtkoy, rayedarên Egîtîm-Sen, MEYA-DER, xebatkarên Navenda Çand û Hunerê ya Hezexê, keya û gelek kes tevlî meşê bûn. Meşê ji ber Navenda Çand û Hunerê ya Şaredariyê destpê kir.
Di meşê de dirûşmên, ‘Bijî biratiya gelan’ û ‘Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê hatin berzkirin.
Di çalakiyê de li ser navê gelê Suryanî Îbrahîm Gosterîş axivî û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku piştgiriyê bidin Hêzên berxwedanê. Gosterîş wiha got: “Rêbazên hov ên sed sal berê pêk dihatin îro serdest bi destê DAIŞ’ê carek din pêk bînin. Her kes dizane ku ev lîstika qirêj a gelan bi hev dide şikandin wê encam negire. Têkoşîna ku gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî û Kurd li dijî DAIŞ’ê didin meşandin, nîşan dide ku yekîtiya gelan gihiştiye kîjan astê. Em berxwedana gel û YPG-YPJ’ê silav dikin.”
Hevserokê DBP’ê Hasan Yalman bang li hemû gelên Rojhilata Navîn kir ku li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bibin yek.