Tevî hemû hişyarî û daxuyaniyên hay ji xwe heyî yên rayedarên Kantona Kobanê, ji welatiyên ku vegeriyane Kobanê Enter Şêx Muhammed yê 53 salî, ligel ku xaniyê wî yê 23 salan wêran bûye jî odeya xwe xalî pêde berdaye û hewl dide têde bijî. Muhammed got: “Xwezî ciwanên me yên li ber xwe dan, şehîd neketana. Bila mala min hezar carî hilweşiyana.”
Piştî serketina Kobanê ya bi pêşengiya hêzên YPG û YPJ’ê hatin qezenckirin şûnde bi hezaran Kobaniyî vegeriyan Xaka xwe. Tevî hemû hişyarî û daxuyaniyên hay ji xwe heyî yên rayedarên Kantona Kobanê, Kobaniyên vegeriyan xaka xwe ji aliyê hêzên asayîşê ve li cihên zerar nedîtiye yên bajar tên bicihkirin. Enter Şêx Muhammed yê zêde li dijî hesreta Kobanê li ber xwe neda û vegeriya bajêr ji bo nêzî bîranînên xwe bibe di kavila xaniyê xwe de xalî bi aliyekî odeya xwe ve kir û di vê odeya ku xetereya hilweşîna wê heye de dijî.
DI VAN DE BÎRANÎNÊN XWE DE DIJÎ
Enter Şêx Muhammed anî ziman ku 5 meh berê ji Kobanê çûye Bêrecûk a Rihayê û got: “Ez 10 roj berê vegeriyam. Bîranînên min ên 23 salan hene. Cihê ku min koç kiribû jî her çiqas jiyanek rehet hebe jî ez ji bîranînê xwe dûr bûm. Roja vegeriyam min li ber deriyê mala xwe agir pêxist û heta sibehê pam. Min odeyek ji xwe re amade kir.”
EZ DIXWAZIM KON VEDIM
Muhammed bi lêv kir ku gelek amûrên wî yên ji bo wî bi nirx di bin kavilan de maye. Muhammed wiha berdewam kir: “Lê ji ber mayînan em ditirsin derbixin. Ji bo yên vedigerin xebatan dimeşînin. Li malên ku zerar nedîtine bicih dikin. Lê ez çiqas hewl bidim jî, rojên min ên herî xweş li vê mala min derbas bûn. Ez ji vê malê dûr neketim. Malbata min dixwaze vegere û bê mala xwe. Lê xanî li ber hilweşînê ye. Ger destûrê bidin ez li ber malê kon vedim, ez ê kon vedim û malbata xwe jî binim.”
EM Ê XWEDÎ LI BÎRANÎNA WAN DERKEVIN
Muhammed diyar kir ku êşa şervanên YPG û YPJ’ê yên di berxwedana bajar de jiyana xwe ji dest dane gelek mezin e û got: “Xwezî ciwanên me qet şehîd neketana. Bila xaniyê min hezar carî hilweşiyana. Xanî bi her awayî tên çêkirin lê ciwanên me şûnde nayên. Ji vê saetê şûn ve xwedîderketina li bîranîna wan peywira me hemûyan e.”