Pakêta Ewlekariya hundir li Pirsûsê hat protestokirin
Li hemberî pakêta ewlekariyê ya hundir a hikûmeta AKP'ê, li Pirsûsê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê û Meclîsa Jinan a DBP'ê çalakiya 'Rûgirtinê' hat kirin.
Li hemberî pakêta ewlekariyê ya hundir a hikûmeta AKP'ê, li Pirsûsê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê û Meclîsa Jinan a DBP'ê çalakiya 'Rûgirtinê' hat kirin.
Li hemberî pakêta ewlekariyê ya hundir a hikûmeta AKP'ê, li Pirsûsê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê û Meclîsa Jinan a DBP'ê çalakiya 'Rû girtinê' hat kirin. Çalakiya ku wê li ber Deriyê Qeymeqamtiya Pirsûsê pêk bê bi mûdaxelaya polîsên sîvîl ve hat astengkirin û çalakî li qada şaredariyê pêk hat.
Pakêta ewlekariyê ya ku bi aliyê hikûmeta AKP'ê ve anî meclîsê li Tirkiyeyê bi aliyê hemû civakê ve hat protestokirin. Pakêta ewlekariyê li Pirsûsê bi tevlîbûna Dayikên Aştiyê, Hevseroka Şaredariya Pirsûsê Zuhal Ekmez, Hevseroka DBP'ê ya Pirsûsê Rojda Bînîcî, endamên DBP'ê gelek welatiyan ve hat protestokirin. çalakiya rû girtinê ya ku wê li ber Deriyê Qeymeqamtiya Pirsûsê pêk hatiba ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û li qada şaredariyê hat kirin. Li ser navê girseyê rêvebera Dayikên Aştiyê Ferîde Baran axivî û got ku pakêta ewlekariyê êrîşkirina li ser gelane û pakêt ne ya ewlekariye ya bê ewlekariyê ye. Berî çalakiyê polîsên sîvîl bi telefonên xwe wêne û dîmenên çalakvanan kişandin û li hemberî vê jî di navbera hevseroka şaredariyê Ekmez û polîsan de nîqaşekê kurt derbas bû.
‘PAKETA EWLEKARIYÊ FAŞÎZM E'
Li ser navê Dayikên Aştiyê Ferîde Baran axivî û wiha got: "Destê xwe ji qirika me vekin. Pakêta ewlekariyê faşîzm e û em rê nadin vê pakêtê. Bila pakêta AKP'ê ji bo AKP'ê be em naxwazin. Pakêta ewlekariyê zagona rêveberiya awarte ye û em qebûl nakin divê ku demildest ji meclîsê bê vegerandin. Em ne pakêta ewlekariyê, em azadiya xwe dixwazin"
Piştî daxuyaniya çapemeniyê girseyê 2 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî û belav bû.