Cangoriyên Kobanê li Stuttgartê hatin bîranîn
Şervanê MLKP'ê Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) û şervanê YPG'ê Ozgur Ertan ên li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, li Stuttgartê hatin bîranîn.

Di merasîma bîranînê de li gel xizmên Aslan, hejmareke zêde welatparêz amade bûn. Bernameya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Di belavokên MLKP Rojava û Rêxistina Ciwanan a Komunîst de hat destnîşankirin, ku Şoreşa Rojava wê were parastin.
Li dû nîşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Aslan, rêhevalên wî yên ew nas dikirin, kesayetiya wî vegotin.
Di merasîmê de helbestên Aslan nivîsandibû, ji aliyê hevalên wî ve hatin xwendin.
'PÊWÎSTÎ HÎN BÊHTIR BI PIŞTEVANIYÊ HEYE'
Endamekî MLKP'ê yê demekê li Kobanê ma got, "DAIŞ'ê ji welatên Ewropayê bi qasî 20 hezar endam ji xwe re bir herêmê. Lê belê em şoreşgerên ji rêxistinên cuda, me nekarîbû 20 şoreşgeran jî bibin. Ev yek jî ji bo doza me ya enternasyonal kêmasiyeke mezin e. Li dijî paşverûtiyê, li ser navê mirovahiyê, li ser navê siberojên şoreşgerî divê em hîn bêhtir piştevaniya Şoreşa Rojava bikin."
Berdevkê li ser navê TKP-ML axivî got, "Em têkoşîna Elîşêr silav dikin. Em têkoşîna wî weke têkoşîna xwe dibînin. Dixwazim bêjim ku ev rêhevaliya çeperan wê gelên bidest bigihîne serketinê."
'DIVÊ RÊHEVALIYA ÇEPERAN LI TIRKIYEYÊ JÎ DERKEVE HOLÊ'
Di axaftina li ser navê NAV-DEM'ê de hat ragihandin ku têkoşîna tê dayîn ji bo mirovahî û dîroka Rojava gelekî giranbuha û watedar e û hat gotin, "Divê em vê rêhevaltiya li çeperê, li eniya Tirkiyeyê jî bi ser bixînin. Em şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin."