Li gundên Kantona Kobanê YPG/YPJ bi pêş ve diçin
Di roja 168. a berxwedana Kobanê de ku bi operasyonên rizgarkirina gundên kantonê dewam dike, 4 gundên li qiraxa Çemê Firatê hatin rizgarkirin. Di pevçûnên duh bi şev de 19 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku operasyonên paqijkirina gundan ji çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî serketî dewam dikin û der barê pevçûnên duh de ev agahî da:
LI ENIYA ROJAVA 4 GUNDÊN LI QIRAXA ÇEMÊ FIRATÊ HATIN RIZGARKIRIN
"Şevê din hêzên me li hember hin gundên li rojavayê Kobanê, li kelêka Çemê Firatê operasyon lidar xistin. Di encama operasyonê de gundên bi navê Ziyaret, Zormixar, Mala Ehmedê Munîr û Xirab Etoya Ereban ji çeteyan hatiye paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
Hêzên me li hember komên çete yên ku li gundê Şêxler a heman herêmê xwe bicih kirine jî êrîşek lidar xistin. Di vê êrîşê de 2 kuştiyên çeteyan hatiye tespîtkirin.
LI ENIYA BAŞÛRROJAVA 7 ÇETE HATIN KUŞTIN
Hêzên me li hember gundê Degîrmen ê li başûrrojavayê jî operasyonek lidar xistin. Di pevçûnên li vir de beşek ji gund hatin ewlekirin. Di pevçûnên heta niha de qasî hatiye tespîtkirin 7 çete hatine kuştin.
LI ROJHILAT 10 ÇETE HATIN KUŞTIN
Li rojhilatê Kobanê, şerên di navbera hêzên me û çeteyan de berdewam dike. Şevê din di pevçûna li derdora girê Derfilît de 10 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.
3 ŞERVANÊN YPG/YPJ'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN
Di şerê 24 seatên dawî de 3 rêhevalên me bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê."