YPG: Li derdora Til Hemîsê 11 gund hatin rizgarkirin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di operasyonên YPG/YPJ'ê de 11 gundên di navbera Til Hemîs û Til Berak de ji çeteyan hatine paqijkirin. Li Til Temirê jî 11 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di operasyonên YPG/YPJ'ê de 11 gundên di navbera Til Hemîs û Til Berak de ji çeteyan hatine paqijkirin. Li Til Temirê jî 11 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li herêmên Til Hemîs, Til Berak û Til Temirê operasyonên YPG/YPJ'ê dewam dikin û derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê tên xistin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku 11 gundên di navbera Til Hemîs û Til Berak de ji çeteyan hatine paqijkirin û di pevçûnên li vê qadê de 2 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.

Di daxuyaniya li ser mijarê de hat gotin, "Li Til Berakê di xebatên legerîna nuqte û baregehên çeteyan de hejmarek zêde çek û amûr hatine desteserkirin. Hêzên me li vir tevî 8 termên çeteyan dest danîn li ser 2 doçkayên 14,5 mm, doçkake 12,5 mm û 5 qutiyên fîşekên wê, 6 wesayîtên pick-up, kamyonetek, 12 kleş, 3 BKC, 2 roketavêja B7 û gelek fîşekên van çekan, 5 rextê çalakvanên intixarî, 5 bêtel û computerek.

Hêzên me li gundê Til Hemedî yê giredayî Til Berak'ê navendek çapemeniyê ya rexistina terorî ya DAIŞ'ê girtin. Li navenda çapemenî 12 computer, 2 jenerator û gelek belgeyên rexistinî hatine desteserkirin."

LI TIL TEMIRÊ 11 ÇETEYÊN DAIŞ'Ê HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da zanîn ku şer û pevçûnên li derdora Til Temirê jî dewam dike û ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"Şevê din hêzên me li nêzî gundê Xerîta li hemberî komên çeteyan êrîşek lidar xistin. Hêzên me di êrîşê de wesayîteke leşkerî rûxandin, wesayîtek jî derb lê xistin. Li vê qadê 4 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.

Hêzên me li hember komên çeteyan ên li nêzî gundê Şemîran ê li başûrrojavayê Til Temir xwe bi cihkiribûn êrîşek lidar xistin. Li vir wesayîteke zirxî ya Hammer û wesayîteke pick-up hatin rûxandin. Li vê qadê jî yek jê serçeteyekî ji Tûnisê, bi giştî 7 çete hatin kuştin."