Bayik: Heta li Başûr tehdîda DAIŞ’ê hebe em ê gelê xwe biparêzin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di qebûlkirina oldarên Başûrê Kurdistanê de diyar kir heta ku Başûr di bin tehdîda DAIŞ’ê de be wê gelê Kurd biparêzin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di qebûlkirina oldarên Başûrê Kurdistanê de diyar kir heta ku Başûr di bin tehdîda DAIŞ’ê de be wê gelê Kurd biparêzin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di qebûlkirina oldarên Başûrê Kurdistanê de diyar kir heta ku Başûr di bin tehdîda DAIŞ’ê de be wê gelê Kurd biparêzin. Bayik ji bo aliyê Başûr yên ji hebûna gerîlayan nerehetin jî got: “Em ne desthilatdariyê, îradeya gel dixwazin. Em ji bo ku gelê me bibe xwedî îrade û xwe bi rê ve bibe têdikoşin.”
Oldarên Başûrê Kurdistanê ku çûn Herêmên Parastinê yên Medya bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û endamê Konseya Rêveber Sabrî Ok re hevdîtin kirin. Oldaran di hevdîtinê de daxwaz kirin ku gerîla li Başûrê Kurdistanê bimînin.
Oldaran di serdana Qendîlê de bi Cemîl Bayik û Sabrî Ok re hatin cem hev.
Oldaran daxwaz kirin ku gerîlayên HPG’ê li Başûrê Kurdistanê bimînin, hemû partiyên Kurd bên cem hev û kongreya neteweyî pêk bînin, her wiha gotin ku divê hikûmeta herêmî, Parlamentoya Başûr û çapemenî navberê neke navbera gerîlayan û pêşmergeyan, divê piştgirî ji bo gerîla û PYD’ê bê dayîn. Her wiha bang li hemû partiyên Kurd, sazî û desteyan hat kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê bimeşînin.
ME BIRYARA DÎROKÎ Û NETEWEYÎ GIRT Û GERÎLA ŞAND
Cemîl Bayik derbasbûna gerîlayan a Başûrê Kurdistanê nirxand û anî ziman ku bi êrîşên DAIŞ’ê re gelê Başûr û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ketiye xetereyê û j bo vê jî ketine nava tevgerê û wiha berdewam kir: “Lê di wan şert û mercan de şandina gerîlayan a Başûr ji bo me zor bû. Ji ber ku DAIŞ’ê êrîş dabû destpêkirin, her der dagir kiribû. Me biryara dîrokî û neteweyî girt û gerîla şand wir.”
Bayik destnîşan kir ku gerîlayan ligel hemû zor û zehmetiyan biryarbûna parastina gel domandiye û wiha pêde çû: “Şengal mînak e. Gelê me yê Êzidî bi komkujiyê re rû bi rû mabû. Me nekarîbû li dijî vê bêdeng bimînin. Me gerîla şand. Gerîlayan li ber xwe dan û gihiştin Çiyayê Şengalê. Me ji bo gelê xwe her tişt da ber çavên xwe. Gerîla ji bo demên wisa, ji bo parastina gel heye. Ger di rojên wisa zehmet de em xwedî li gelê xwe dernekevin û nirxên gelê xwe neparêzin wê demê ti wate namîne. Ger DAIŞ gihiştiba armanca xwe, ti partiyek Kurd îro nekarî bigota ez partiya Kurd im û ji bo hebûna Kurdan nekarî bigota ez heme. Wê şeref û rûmeta Kurdan di bin lingan de bûya.”
Bayik anî ziman ku ligel rola ku gerîla li Başûrê Kurdistanê lîstiye jî, hinek aliyan dij propaganda meşandiye û got: “Em ji bo desthilatdariyê naçin ti derê. Her kes vê baş dizane sedema çûyîna me ya Başûrê Kurdistanê ev e ku pêşî li komkujiyê bê girtin e. Lê hinek partiyan dij propagandaya weke PKK Başûrê Kurdistanê dagir dike, dikin. Beriya DAIŞ êrîşî Şengalê bike me pêşniyar bi ji partiyên Başûr re. Me got ku wê DAIŞ êrîşî Şengalê bike, em dixwazin gerîlayan bişînin Şengal, Kerkuk û Mexmûrê. Lê PDK û YNK’ê ev qebûl nekir. Gotin hewcedarî bi we tine. Ger ev pêşniyara me bihata qebûlkirin, wê li Şengalê komkujiyek wisa pêk nehatiba. Wê DAIŞ’ê welatiyên me nerevanda, qetil nekiriba. Ji ber PDK’ê qebûl nekir, ev hatin jiyîn. Divê partiyên Başûr ji vê komkujiyê xwe berpirs bibînin. Şengal ji DAIŞ’ê re hiştin. Gel neparastin.
GERÎLAYAN NEHIŞT HEWLÊR BIKEVE
Bayik di berdewama axaftina xwe de got ku bi berxwedana gerîlayan li Mexmûr û Kerkukê re pêşî li komkujiyên mezin hatiye girtin û got: “Kêm mabû Hewlêr bikeve. Ger Hewlêr biketa wê Kurdistan biketa. Lê me destûr neda vê. Bi heman awayî êrîşî Kerkukê kirin, lê gerîlayan ew paşde birin. PKK li gelê Başûr, hikûmet û nirxên Başûr xwedî derket.
Lê li dijî vê fedakariya gerîlayan hikûmeta Başûr ji hebûna gerîlayan nerehet bû. Îlankirina Meclîsa Gel a Şengalê ji aliyê PDK’ê ve şaş hatiye nirxandin. Wek tê zanîn ku Êzidiyên Şengalê meclîsa xwe ava kirin. Piştî vê PDK’ê dij propagandayek pêş xist.
Gotin, PKK’ê Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, parçe kiriye. Xwestin gel, sazî û parlamentoya Başûr li dijî PKK’ê sor bikin. Lê PKK’ê ti carî nexwestiye Êzidiyan û Şengalê ji Başûr qut bikin. Gotinên bi rengî ne rastin.”
GEL ÇAWA BIXWAZE WÊ GERÎLA WISA TEVBIGERE
Bayik nerehetiyên xwe yên ji ber van propagandayên neyînî anî ziman û got: “PDK dibêje PKK terorîst e, dixwaze Başûr dagir bike. Gelo ev çiqas rast e. Ger wisa be divê vê îspat bike. Em dixwazin her tişt bê îspatkirin. Her kes vê dixwaze. Ger em zerarê bidin gel û naparêzin wê demê em ê hêzên xwe ji wir bikişînin. Em ne ji bo zerarê em ji bo parastina wan çûn. Em ji bo azadiya xwe çûn. Lê ger berevajî vê bê fikirîn wê demê em ê gerîlayan ji wir bikişînin. Ji bo vê me fikra her kesî girt. Em dibînin ku gel û saxziyên Başûr dixwazin gerîla bimîne û parastina gel bike. Ji me re dibêjin ‘Divê gerîla venekişin, gerîla me diparêzin û ji me re xizmetê dikin’. Em ê jî li gorî daxwazên gel biçin. Gel û sazî çi bixwazin em ê li gorî wan biçin. Em fedayiyên gel in. Em ji bo gelê xwe hene. Li ku hewcedarî hebe em ê biçin wir. Em ji bo desthilatdarî û pereyan tênakoşin. Em ne desthilatdariyê îradeya gel dixwazin. Em dixwazin gelê xwe bi xwe rê ve bibe û bibe xwedî îrade. Heta tehdîda DAIŞ’ê hebe em ê gelê xwe biparêzin. Em ê ewlehiya gelê xwe bigirin."
Bayik di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kongreya neteweyî û wiha berdewam kir: “Biryar û daxwaza me pêkanîna kongreya neteweyî ye. Em bi salane vê daxwaza xwe tînin ziman. Lê hinek partiyên Kurd nayên vê. Ger yekîtiya Kurdan bê avakirin wê karibe Kurdistan azad bibe. Ji bo azadiya Kurdistanê kongreya neteweyî şert e. Kî bêje ez Kurd im divê ji bo kombûna kongreyê bang bike. Divê her kes berjewendiyên neteweyî esas bigire. Bi kongreya neteweyî wê Kurd zêdetir xurt bibin. Bi vê kongreyê re li ser navê Kurdan divê merciyek biryarê jî bê avakirin. Divê ev kongre li ser navê hemû Kurdan têbikoşe û polîtîkayan hilberîne. Bi vê re divê sîwaneya leşkerî bê avakirin û di bin vê de têkoşîn bê meşandin. Ger em vê bi ser bixin em ê ji gelê xwe re xizmetek mezin bikin.”