Nasnameyên fermandar û şervanekî YPG’ê hatin aşkerakirin
Fermandariya YPG’ê yê Kantona Kobanê nasnameyên fermandar û şervanekî ku di 26 û 28’ê Sibata 2015’an de di operasyona rizgarkirina Kantona Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, aşkera kir.

Fermandariya YPG’ê ya Kantona Kobanê bi daxuyaniyek nasnameyên fermandar Zinar Urfa û şervan Rizgar Tolhildan ku di operasyona rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabûn, aşkera kirin.
Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de ev tişt hatin gotin:
“Rêheval me yê fermandar Zinar Urfa berxwedaniyek bêhempa li dijî çeteyan li Kantona Kobanê da nîşandan û gihîşt şehadetê.
Tekoşer Zinar bi tevlîbuna xwe ya di nava refên YPGê re ku bi xwe ji Bakurê Kurdistanê ye û li dijî hişmendiya destiladar a faşîst bû sembolek ji sembolên me yên şoreşgerî, bi berxwedaniya ku li dijî terorîstan li Kobanê da nîşandan tirs û xofek mezin xist nava cigerên dijmin û wekî fermandarekî rasteqîna tekoşîn kir.
Di heman demê bi berxwedaniya xwe da diyarkirin û îsbatkirin ku rêya herî girîng ya xilaskirina ji koletî û bindestiyê ew ku berxwedanî û tekoşîn were kirin, li ser wê bingehê xwîna xwe ji bo nirxên giranbuha feda kir.
Têkoşer Zinar di gelek çeperên şer ên li dijî çeteyan li Rojava bi qehremanî şer kir û wekî Arîn Mîrxan, Kendal , Diyar û bi sedan şehîdan canê xwe diyarî axa pîroz kir.
Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji raya giştî re diyar dikin ku soza me dayî şehîdan heta dawiyê em ê pêk bînin û ji bo azadiyê têkoşîna xwe bilind bikin. Dîsa em sersaxiyê ji malbata Şehîd Zinar û bi sedan malbatên şehîdan re dixwazin.”