Saziyên Kurdan kongreyên xwe lidar xistin
Li paytexta Awûstûrya Viyana, bajarê Kanada Toronto, bajarê Fransa Rennes û bajarê Hollanda Rotterdamê, saziyên Kurdan kongreyên xwe lidar xistin.
Li paytexta Awûstûrya Viyana, bajarê Kanada Toronto, bajarê Fransa Rennes û bajarê Hollanda Rotterdamê, saziyên Kurdan kongreyên xwe lidar xistin.
Li paytexta Awûstûrya Viyana, bajarê Kanada Toronto, bajarê Fransa Rennes û bajarê Hollanda Rotterdamê, saziyên Kurdan kongreyên xwe lidar xistin.
VIYANA
Komeleya Jinên Kurd a li paytexta Awûstûrya Viyanayê, kongreya xwe bi beşdariya 50 delegeyî pêk anî. Di kongreya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, piştî hilbijartina dîwanê axaftina vekirinê hat kirin û rojev hat destnîşankirin. Li gel nirxandina rewşa dawî ya siyasî, raporên malî û xebatê yên komeleyê hatin xwendin û li ser nîqaş hat meşandin.
Li dû nîqaşan, ji bo diyarkirina rêveberiya nû hilbijartin hat kirin û di encamê de rêveberiya ji 14 kesan hat hilbijartin.
Di kongreyê de Viyan Soran hat bîranîn.
VIYANA TEV-ÇAND'Ê KONGREYA XWE YA 8. LIDAR XIST
Viyana TEV-ÇAND'ê kongreya xwe ya 8. lidar xist. Di kongreya ku Nûnertiya TEV-ÇAND'ê ya Ewropayê jî lê amade bû de, li dû deqeyeke rêzgirtinê axaftina vekirnê hat kirin, rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin û bal hat kişandin ser cihê çand û hunerê di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de. Di kongreyê de xebatên salekê li ser raporên kar û malî hatin nirxandin û rêveberiyeke nû ya ji kesan hat hilbijartin.
ROTTERDAM
Li bajarê Hollanda Rotterdamê jî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kongreya xwe ya 2. a asayî lidar xist. Li gel rewşa dawî ya siyasî, nirxandina xebatên salekê û hilbijartina rêveberiya nû, daxuyaniya hevpar a Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê û Nûnerên AKP'ê hat nirxandin.
Di kongreyê de endamê KCD-E Simko Dêrsim axaftinek kir. Dêrsim ragihand ku daxuyaniya dawî ya li ser pêvajoya çareseriyê hatiye dayîn, ji aliyê cewherî ve beyana niyetê ye û hat gotin, "Ji bo ji têkoşîna çekdarî ya demokratîk derbasî siyaseta demokratîk bibe, beyana niyetê ye. Bêyî têkoşîna çekdarî çareseriya bi rêyên siyasî li Bakurê Kurdistanê, hedef e. Pêkhatin an jî pêknehatina vê niyetê bi mercên aliyê din ve girêdayî ye."
Li dû axaftina Simko Dêrsim rapora salekê ya xebatê hat xwendin û di encama nîqaan de hat qebûlkirin. Di kongreyê de ji beşên cuda yên demokratîk rêveberiya nû hat hilbijartin.
RENNES
Li bajarê Fransa Rennesê kongreya yekemîn a Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi beşdariya 200 kesî pêk anî. Kongreya ku li ser navê CÎK'ê Feyzî Demîrkol beşdar bû, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştî nirxandinan rêveberiya nû ya ji 14 kesan hat hilbijartin.
TORONTO
Kurdên li bajarê Kanada Torontoyê dijîn jî yekemîn kongreya meclîsa komeleya xwe lidar xistin. Di encamê de komîsyonên perwerde, çapemenî weşan, çand, bawerî, jin, ciwan, karên devre, li hevkirin û aştî, rêxistinbûyîn û dîsîplînê bi dengê 60 delegeyan hat lidarxistin. Ji bo hevserokatiyê jî Îhsan Kaya û Çîgdem Kazan hatin hilbijartin.