Ji ser sînor silava roja 169'an

Li gundên Miseynter û Elîzerê, îro jî bi çalakiya zincîra ji mirovan re şervanên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin.

Li gundên Miseynter û Elîzerê, îro jî bi çalakiya zincîra ji mirovan re şervanên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin.

Lİ gundên Miseynter û Elîzerê yên çalakiya nobeda sînor lê dewam dike, bi sedan kes li cihên nêzî sînor li hev civiyan, bi destê hev girtin û bi çalakiya zincîra ji mirovan re berxwedêrên YPG/YPJ'ê silav kirin.

Çalakiya li gundê Miseynterê li ser rêya Papûra Paramaz Kizilbaş bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên berxwedana Kobanê destpê kir û bi dirûşmên silavkirina berxwedana Kobanê ya bi operasyonên azadkirinê dewam dike, bi dawî bû.

Li gundê Elîzerê jî ku li pêşberî gundê Kosik ê Kobanê ye, xeleka zincîra ji mirovan hat çêkirin. Grseya gel bi destê hev girt û bi qîrîna dirûşme û tilîliyan berxwedêr silav kirin.