Li Şengalê sê çete hatin kuştin

Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, di şerê navbera hêzên HPG/YBŞ û çeteyên DAIŞ'ê de 2 çeteyên din hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê duh êvarê saet di navbera 18-19'an de, gerîla li hemberî çeteyên li derdora taxa Neyr Nasir derketin operasyonê. Di encama pevçûna saetekê de sê çete hatin kuştin, du çete jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku cenazeyên çeteyên hatie kuştin di destê hêzên gerîla de ne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku sê kalaşnîkov, sê rext, pênc bombeyên destan hatine desteserkirin û dibe ku hejmara windahiyên çeteyan zêdetir be.

BOMBEBARANA HÊZÊN KOALÎSYONÊ

Li aliyê din, duh bi şev saet di navbera 20-21'ê de li Şengalê balafirên şer ên koalîsyonê li sê nuqteyên çeteyan dan. Der barê encamên vê êrîşê de agahiyeke zelal bi dest neket.