Li Amedê formayên 'Bijî Berxwedana Kobanê'
Piştî ku Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, li kolanên Amedê formayên ji nîşaneyên serketina Kobanê yên bi nivîsa "Bijî Berxwedana Kobanê" li dezgehan cihê xwe girtin.
Piştî ku Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, li kolanên Amedê formayên ji nîşaneyên serketina Kobanê yên bi nivîsa "Bijî Berxwedana Kobanê" li dezgehan cihê xwe girtin.
Piştî ku Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, li kolanên Amedê formayên ji nîşaneyên serketina Kobanê yên bi nivîsa "Bijî Berxwedana Kobanê" li dezgehan cihê xwe girtin. Firoşkaran dan xuyakirin ku welatî eleqeyeke mezin nîşanî formayan didin û anî ziman ku hin kes tên li ber forma wêneyan dikşîne, hin jê yekê ji xwe re dike, hin jê jî ji bo diyarî hevalê xwe bike, dikire.
Piştî ku Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, li kolanên Amedê formayên ji nîşaneyên serketina Kobanê li dezgehan cihê xwe girtin. Li dezgehên firoşkarên seyyar ên li Kolana Gazî û Kolana Melîkahmet ên navçeya Sûrê, formayên ji rengên kesk, sor û zer, bi nivîsa berxwedana Kobanê û ji ala YPJ'ê, balê dikşînin.
Firoşkaran dan xuyakirin ku ev du heftene wan forma bi awayekî komî anîne û ji firotina wan gelekî kêfxweş in û gotin, "Em kareke mezin qezenç nakin, lê belê eleqeya tê nîşandan me kêfxweş dike. Hin kes tên li ber forma wêneyan dikşîne, hin jê yekê ji xwe re dike, hin jê jî ji bo diyarî hevalê xwe bike, dikire."
Firoşkaran anî ziman ku ew formayan bi 15 TL difiroşin û hin ji muşteriyan weke bîranîna Kobanê 2-3 formayan bi carekê dikirin.