Eleqeya Kolniyan a ji bo Kobanê zêde dibe

Endamên Însiyatîfa ‘Kolnî alîkariyê dikin’ ji bo piştgirî û piştevaniya welatiyên Kobanê mamayên zarokan anîn Pirsûsê û teslîmî Koordînasyona Piştgirî û Piştevaniya Rojava kir

Endamên Însiyatîfa ‘Kolnî alîkariyê dikin’ ji bo piştgirî û piştevaniya welatiyên Kobanê mamayên zarokan anîn Pirsûsê û teslîmî Koordînasyona Piştgirî û Piştevaniya Rojava kirin. Seroka TUDAY’ê Îlkay Yilmaz da zanîn ku wê alîkariya xwe bidomînin.

Komeleya Însiyatîfa ‘Kolnî alîkariyê dikin’ ya ku bi hevkariya Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiye û Elmanyayê û Komeleya Piştevaniya Zarokên Mezopotamyayê hatiye avakirin ji bo welatiyên Kobanê buhayê 15 hezar Euro ya mêwîj û mamaya zarokan anî Pirsûsê. Komeleyê heta niha 2 caran alîkariya aniye Pirsûsê bi giştî buhayê 45 hezar Euro alîkarî ji bo welatiyên Kobanê hatiye şandin. Alîkarî bi aliyê Serokê Komeleya TUDAY’ê Îlkay Yilmaz, got ku ji bo alîkariya welatiyên Kobanê xebatên wan pir bala welatiyên Kolnê kişand.

HETA NIHA 3 CARAN ALÎKARÎ ŞANDIN

Yimaz der barê xebatên xwe yên ji bo alîkariyê agahî da û anî ziman ku gelek rewşenbîr û parlamenter jî tevlî kampanyayê bûne û wiha axivî: “Heta niha bi rêya komeleya me em 3 caran hatin û me buhayê 45 hezar Euro ya alîkarî anî Pirsûsê. Komeleya me sala buhrî di meha Cotmehê de hat avakirin. Însiyatîfa me bi piştevaniya şaredariya bajarê Kolnê ya Mezin Roters, gelek parlamenter, nivîskar û rewşenbîran hat vekirin. Xebatên me niha li Kolnê didomin.”

'PÊDÎVÎ BI PIŞTGIRIYEK PIR MEZIN HEYE'

Yilmaz destnîşan kir ku ji bo xebatên wan welatiyên Elmanyayê bi hestyar nêz dibin û axaftina xwe wiha domand: “Piştî ku însiyatîfa me bi aliyê her du komeleyan ve hat îlankirin, me bi daxuyaniya çapemeniyê îlan kir. Em dizanîn ji bo nû ve avakirina Kobanê pêdîvî bi piştgiriyek pir mezin heye. Xebatên me êdî ne bi tenê ji bo welatiyên vir her wiha ji bo pêşeroja Kobanê jî wê bidomin. Ji bo piştgirî û piştevaniya hemû parlamenterên Elmanyayê, welatiyan û şaredaran spas dikin.”