Cenazeyên şervanên YPG'ê Altintaş û Çîvî anîn Rihayê

Cenazeyên şervanên YPG'ê Cahît Altintaş (Êrîş Delîl Xerzan) û Salîh Çîvî (Navdar Colemêrg) ên di operasyonên paqijkirina bejahiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Rihayê.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Cahît Altintaş (Êrîş Delîl Xerzan) û Salîh Çîvî (Navdar Colemêrg) ên di operasyonên paqijkirina bejahiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, anîn Rihayê.

Şervanên YPG'ê Cahît Altintaş (Êrîş Delîl Xerzan) û Salîh Çîvî (Navdar Colemêrg) ên li gundê Çelebî yê rojhilatê Kobanê pêr jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan ji aliyê malbatan û rêveberên MEYADER'ê ve ji deriyê sînor ê Kobanê ya Serxetê ji rayedarên kantonê hatin wergirtin. Cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji aliyê bi sedan ksî ve bi dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana YPG" û "Bijî Serok Apo" hatin pêşwazîkirin, li dû kar û barên li vê derê ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê re hat şandin.

Piştî otopsiya li Rihayê wê cenazeyê Altintaş ji bo veşartinê ji gundê Mîryanîs ê Bedlîsê û cenazeyê Çîvî jî ber bi Colemêrgê ve werin şandin.