Kesên ji bo pêşwazîkirina cenazeyê şervanê YPG’ê çûn qeza kirin
Kesên ku ji bo wergirtina cenazeyê şervanê YPG’ê Kamîl Mete yê di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, ji Amedê hatin Rihayê qeza kirin
Kesên ku ji bo wergirtina cenazeyê şervanê YPG’ê Kamîl Mete yê di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, ji Amedê hatin Rihayê qeza kirin
Kesên ku ji bo wergirtina cenazeyê şervanê YPG’ê Kamîl Mete yê di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, ji Amedê hatin Rihayê qeza kirin. Di qezaya minîbusê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 10 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, malbata şervanê YPG’ê Kamîl Mete yê di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, ji Amedê ber bi Rihayê ve bi rê ket. Mînîbîsê di rê de qeza kir û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da, 10 kes birîndar bûn.
Hate ragihandin ku kesê bi navê Mehmet Ataş jiyana xwe ji dest da, kesên bi navê Kamîl Zeyrek, Askerî Zeyrek, Ahmet Zeyrek, Mehmet Zeyrek, Hasan Zeyrek, Mehmet Zeyrek, Ramazan Can, Huseyin Baran, Alî Bayram û Mehmet Kirmizi Çîçek birîndar bûn. Kesên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.