Şervanên Meclîsa Parastinê ya Xabûrê, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gundên Asûrî-Suryaniyan ên li Til Temirê, bi şervanên YPG'ê yên Kurd, Ereb û gelên din re li heman mewziyê şer dikin û dibêjin ku ev yek moral û hêzeke mezin dide wan.
Şervanên Meclîsa Parastinê ya Xabûrê, roja 9. a êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gundên Asûriyan ên li Til Temirê ji ANF'ê re nirxandin û destnîşan kirin ku divê mirovahiya pêşverû li pêşberî gelên Asûrî û Rojava hestyar be.
Şervanan dan xuyakirin ku di dema êrîşa çeteyan de gelek Asûrî ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin û aqûbeta gelek ji wan nayê zanîn û gotin, "Di serî de Asûrî divê hemû hêzên herêmî û navneteweyî bi xemsarî nêzî vê trajediyê nebin."
LI ROJAVA GEL BI HEV RE ŞERÊ AZADIYÊ DIMEŞÎNIN
Şervanê Meclîsa Parastinê ya Xabûrê yê bi navê Davît anî ziman ku hêzên li hemberî çeteyan şer dikin li ser bingeha biratiya gelan pêşeroja Rojava û Sûriyeya azad ava dikin û got, "Çete dikevin ku derê, li hemberî gelan, ol û çandan talan û komkujiyê dikin." Davît destnîşan kir ku şerê il ser bingeha yekîtiya gelan li dijî çeteyan tê dayîn, li ser nirxên hevpar ên gelan ava bûye.
Şervanê Meclîsa Parastinê ya Xabûrê Davît ragihand ku çeteyan êrîşî 10 gundên Asûriyan ên li Til Temirê kirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Vê zîhniyeta gel, bawerî û çandan tine dike xwest, mîna Êzidiyan gelê Asûrî jî qetil bike. Bi saya parastina ku em YPG'ê re dikin, pêşî li komkujiyeke mezin hat girtin. Aqûbeta mirovên ji aliyê çeteyan ve ji gundên me hatin revandin, nayê zanîn."
'DEWLETA TIRK DESTEKÊ DIDE ÇETEYAN'
Şervanê Meclîsa Parastinê ya Xabûrê Mişar ê 39 salî jî diyar kir ku beriya êrîşa çeteyan ava Çemê Xabûrê bilind bûye û ev yek ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Mişar got, "Di nava pênc-deh salên dawî de zivistanê ti carî av ewçend bilind nebûbû. Ava Çemê Xabûrê 3 roj beriya êrîşa çeteyan bilind bû. Bixwaze nexwaze ev yek ji aliyê me ve weke desteka dewleta Tirk ji bo çeteyan hat dîtin."
Şervanê Meclîsa Parastinê ya Xabûrê Mişar da xuyakirin ku gava çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên Asûriyan ên li Til Temirê kirin ew amade bûn, lewma bi destwerdana hêzên YPG'ê re pêşî li komkujiyeke mezintir hatiye girtin.
Mişar diyar kir ku serketina YPG'ê ya li Til Hemîs û Til Berak moral û hêzeke mezin daye wan û got, "Dawiya çeteyan nêz e. Di demeke nêz de li gel xwişk û birayên xwe yên Ereb û Kurd re em ê çeteyan ji ser vê axê derxînin. Gelê me wê vegerin gund, cih û warên xwe. Em ê tola şehîdên xwe hilînin."
'HÊZÊN HERÊMÎ ÇETEYAN TÎNIN ROJAVA'
Şervanekî Meclîsa Parstinê ya Xabûrê yê nexwest navê xwe aşkera bike yê 32 salî da xuyakirin, ku di nava çeteyên hatine kuştin de Tirk, Endonezyayî û yên ji Asyayê hene. Şervanê mijara gotinê anî ziman ku hin hêzên herêmî van çeteyan tînin Rojava û wan didin şerkirin û destnîşan kir, ku dewleta Tirk hînê destekê dide çeteyan.
Şervanekî Meclîsa Parastinê ya Xabûrê yê Ereb ê nexwest navê xwe aşkera bike got, "YPG azadî û mafê hemû gelan diparêze. Bila cîhan xwedî li YPG, Kurdan, Ereb û Asûriyan derkeve" û ragihand ku YPG'ê li Til Temir û gelemperiya Rojava parastina hevpar a Kurdan, Asûrî, Ereb û gelên din dike.
Şervanê 32 salî ragihand ku YPG nirxên manewî yên hevpar ên gelên Rojava û Sûriyeyê ye, lewma ji aliyê gelan ve tê destekkirin û got, "Çeteyên DAIŞ'ê wê di dawiya dawî de têk biçin. Jİ ber ku em ji vê bawer dikin, ji her demê bêhtir bi mioral û hêz li dijî çeteyan em li ber xwe didin."