Divê AKP pêşî li siyaseta demokratîk veke

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hînê pêşî li siyaseta demokratîk girtî ye.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok, rêveçûna pêvajoya muzakereyê ya bi daxuyaniya hevpar a çapemeniyê ya rayedarên HDP û hikûmetê re ji nû ve ket rojevê, nirxand û diyar kir ku li Tirkiyeyê hînê pêşî li siyaseta demokratîk girtî ye. Andok got, "Di qonaxa heyî de dibêjin ew ê pêşî li siyaseta demokratîk vekin. Rewşeke lihevkirinê ya di vê çarçoveyê de heye. Eger bersiv ji şertên bi vî rengî re bê dayîn, şert û merc guncaw bibin û bi rastî jî veguhere pêvajoyeke ku siyaseta demokratîk lê were meşandin, hingî em jî dikarin bi kongreyê re di rêbaza têkoşîna xwe de guhertinan bikin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok, der heqê pêvajoya muzakereyê de ku piştî daxuyaniya hevpar a çapemeniyê ya HDP û rayedarên hikûmetê ji nû ve ket rojevê, ji ajansa me re axivî.

Andok da xuyakirin ku piştî daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza 2013'an hemû gavên ji tevgera azadiyê ya Kurd dihatin xwestin hatine avêtin û bibîr xist ku leşker û wezîfedarên dewletê yên dîl hatibûn girtin serbest hatine berdan.

Andok got, "Li hemberî vê rewşê, ji aliyê dewletê ve gavek nehat avêtin. Bi avêtina hin gavan re wê pêvajoya vekişînê bimeşiya, lê belê ji destpêkê ve ev bi rê ve neçû. Ya ji bo AKP'ê pêwîst, rewşeke bêpevçûniyê bû û AKP'ê ev bi dst xist. Diviyabû heta 15'ê Sibatê projeyên di pêşnûmeya çareseriyê ya Rêbertiya me de bicih bihata anîn. Pêvajoyê hêvî da her kesî, rê li ber bendewariyan vekir, lê belê ji aliyê cewherî ve tiştek derneket holê. Bêguman em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, lê belê dema yên pirsgirêk afirandin û divê çareser bikin ji bo çareseriyê ti gavê neavêje, pirsgirêk dirêj dibe."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir ku her çend AKP dibêje ev pêvajo gelekî girîng e, tevahiya dîroka komarê digire hundirê xwe jî, diyar e kûrbûna heyî ya AKP'ê li ser xebatên hilbijartinê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi Rêbertî û navenda tevgera me re hin hevdîtin hatin kirin. Heyetê di vê nuqteyê de bi awayekî aktîf xebitî û encama derketiye holê, daxuyaniya heyî ye. Di daxuyaniyê de rewşeke bi vî rengî nîne; Banga Rêbertiya me, biryara tê xwestin di kongreyê de bê wergirtin, biryara çekdanînê nîne. Biryarek li ser guhertina şêweyê têkoşîna me ya li hemberî Tirkiyeyê ye. Her çend heta niha di demên cuda de rewşa bêpevçûyîniyê derketibin holê jî, ji aliyê cewherî ve pêşî li siyaseta demokratîk her tim girtî ye." 

Andok destnîşan kir ku şerê ku ew li hemberî dewleta Tirkiyeyê dimeşînin, di çarçoveya parastina cewherî de ye û got, "Em hewl didin zimanê xwe û hebûna xwe biparêzin. Di vê çarçoveyê de rewşeke lihevkirinê heye. Eger bersiv ji şertên bi vî rengî re bê dayîn, şert û merc guncaw bibin û bi rastî jî veguhere pêvajoyeke ku siyaseta demokratîk lê were meşandin, hingî em jî dikarin bi kongreyê re di rêbaza têkoşîna xwe de guhertinan bikin."

Andok da xuyakirin ku derdora hikûmetê hîn bêhtir nuqteyên li gorî xwe dixe rojevê û ev xal destnîşan kir: "Metnek ji 10 xalan heye; eger nava metnê bê dagirtin, berpirsyariyên wê bicih bê anîn, muzakere bê kirin û di hikûmetê de guherîn veguherîn pêk were, Tirkiye wê bi rastî jî bibe welatekî demokratîk. Ji ber ku ne li gorî hesabê AKP'ê ye, nakeve vana vê. Danîna çekan derdixîne pêş. Vê yekê jî weke xebateke ji bo hilbijartinê dike û dixwaze ji her kesî re bêje, 'bihêrin hûn ewqasî pê re mijûl bûn we nekarîbû bi PKK'ê re çekdanînê bidin qebûlkirin. Binêrin em bi ser ketin'. Lê rastiya rewşê ne wiha ye.

Li naverastê, nêzîkatiyeke çekdanîna PKK'ê nîne. PKK hêzeke civakî ye, wê ewlekariya xwe radestî kê bike? Li ber çavan e ku TC çiqasî welatekî bawerî pê nabe ye. Her wiha li naverastê mînakên Sûriye û Iraqê hene. Kîjan hêza serdest ewlekariya civakê diparêze û civakî dibe? Zîhniyetê PKK'ê qebûl nake ku ewlekariya hebûna xwe ya civakî radestî serdestan bike. Ji ber rewşa şênber a gelê Kurd û gelên din ên Rojhilata Navîn tê de ne, PKK dest ji çekan bernade. Li Rojava PKK wê çawa karibe dest ji çekan berde? PKK partiya Bakurê Kurdistanê bi tenê nîne. Pirsgirêka Kurd ne tenê li Bakurê Kurdistanê ye. Li Rojava, Başûr, li Rojhilat heye. Li gelemperiya cîhanê pirsgirêkeke Kurd heye. Eger tê gotin ku bila li Rojava Kurd weke xwe hebin, bi ziman û çanda xwe bimînin, ku ji xwe PKK ji bo vê heye, wê demê PKK dest ji çekê bernade. Li pêş çavan e ku li Başûrê Kurdistanê xeteriyên bi çi rengî hene. DAIŞ dan êrîşkirin û li Şengalê hindik mabû bi sed hezaran Êzidî tine bibin."

Andok ragihand ku ev hemû propaganda nînin, rastiyên rojane ne û got, "Ev yek pêngaveke rakirina kokê bû. Kî li hemberî vê sekinî? PKK. Her kes vê dibêje. Û em hînê li wir şer dikin, şehîdan didin. Ya tê serê Suryaniyan, Asûriyan li pêş çavan e. Em bi hêzeke bi vî rengî re rû bi rû ne. Eger PKK dest ji çekan berde, wê were wê wateyê ku xwe teslîm kiriye. Hebûna xwe diyarî azadiyê kiriye û gotiye 'ya jiyaneke azad yan jî hîç'. Li Rojhilatê Kurdistanê statuyek jî nîne. Tiştekî Kurdan nayê naskirin, divê rewşê de Kurd şer nekin, wê çi bikin? Ev ne tercîheke, ev mecbûriyeteke. Behsa rawestandina têkoşîna çekdarî ya PKK'ê tê kirin. Sedemên têkoşîna çekdarî ya PKK'ê li hemberî Tirkiyeyê hene. Hînê jî em tine tên hesibandin, ne bi perwerdeya xwe, ne bi çanda xwe ne jî bi zimanê xwe em tine tên hesibandin. Eger pêşî li siyaseta cihêrengiyan vedihewîne were vekirin, em jî dikarin rêbaza xwe ya têkoşînê biguherînin."