YPG: Li Kobanê 11 çete hatin kuştin, 3 çete bi saxî hatin girtin

Di roja 170. a berxwedana Kobanê de ku di asta serketinê de dewam dike, hêzên YPG/YPJ'ê her bi pêş ve diçin. Di çalakiyên duh bi şev de 11 çete hatin kuştin, 3 çete jî bi saxî hatin girtin.

Di roja 170. a berxwedana Kobanê de ku di asta serketinê de dewam dike, hêzên YPG/YPJ'ê her bi pêş ve diçin. Di çalakiyên duh bi şev de 11 çete hatin kuştin, 3 çete jî bi saxî hatin girtin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, bi daxuyaniyekê encamên pevçûnên roja 170. a berxwedana Kobanê bi raya giştî re parve kir.

Navendê xuyakirin ku hêzên wan duh bi şev li hemberî komên çeteyan ên li nêzî gundê Çelebî yê li rojhilatê Kobanê xwe bicih kiribûn çalakiyek pêk anîn û di encamê de 7 çete hatin kuştin û 2 kalaşnîkov û çekeke segvaniyê ya çeteyan hatin desteserkirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ragihand ku di êrîşa li hemberî gundê Akbaş ê li heman herêmê jî 2 çete hatin kuştin.

Navendê da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev li nêzî gundê Xirab Eto yê Ereban ê li rojavayê Kobanê êrîşek pêk anîn û li ser bersivdayîna hêzên YPG/YPJ'ê pevçûn derket. Hat ragihandi ku di pevçûna li vir de 3 çeteyên DAIŞ'ê dîl hatine girtin û destdanîne ser 4 kalaşnîkov, 1 BKC û 1 roketavêja B7.

Navenda Çapemeniyê diyar kir ku di çalakiya li nêzî rêbenda Dîcle ya li başûrê Kobanê de jî motorsîkletek hat rûxandin û 2 çete hatin kuştin.