Şervana YPJ’ê Rojda li Licê spartina axê
Cenazeyê şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rojda Tevre (Pelîn Rehşan) li navçeya Licê ya Amedê spartin axê.

Cenazeyê şervana YPJ’ê Rojda Tevre (Pelîn Rehşan) a 26’ê Sibatê di operasyona rizgarkirina Til Hemisê de jiyana xwe ji dest da, li gundê wê Sîsê yê navçeya Licê ya Amedê spartin axê.
Merasîma Cenaze ya li gundê Sîsê yê navçeya Licê bi beşdariya bi hezaran kes pêk. Piştî cenaze gihişt gund ber bi Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar ve hate birêkirin. Darbesta şervana YPJ’ê Tevre bi rengên kesk, sor û zer pêçan û danîn ser milan. Di meşê de posterên şervana YPJ’ê Tevre hatin hilgiritn û dirûşmên “Bijî Berxwedana YPJ’ê” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin.
Piştî rêzgirtina li ser goristanê Hevserokê MEYA-DER’a Amedê Mehmet Yaşar axivî û got: “Hemû hevalên me yên ku şehîd ketine wê her tim di dilê me de bijîn. 30 sal in bedena xwe dikin sîper. Em ti carî wan ji bîr nakin û em ê her tim li ser rêya wan bimeşin.
Hate zanîn ku li pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li gund Fîsê ji ber merasima cenazeyê Tevre hate betalkirin.