Êrîşên li dijî Suryaniyan li Mêrdînê hatin şermezarkirin

Şaxa KESK’ê ya Mêrdînê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Suryaniyan meş û daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat.

Şaxa KESK’ê ya Mêrdînê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Suryaniyan meş û daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat.

Şaxa KESK’ê ya Mêrdînê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gelê Suryanî heta Parka Karayolu meşek li dar xist û daxuyaniyeke çapemeniyê da. Hevserok û endamên DBP û HDP’ê yên Mêrdînê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol Akay, Serokên Daîreya Şaredariya Mezin, endamên MEYA-DER, Dayikên Aştiyê, saziyên civaka sivîl û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Girseya beriya meşê li ber avahiya Şaxa KESK’ê ya Mêrdînê kom bû pankarta, "Em bang li mirovatiyê dikin! Em komkujiyan rawestînin” vekir bi dirûşmên "Qatil DAIŞ ji Rojhilata Navîn bicehime”, "Gelê Suryanî ne bi tenê ye” heta Parka Karayolu meşiya.

Piştî meşê, daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê berdevkê demê yê Şaxa KESK’ê ya Mêrdînê Ûfûk Altinbaş ve hat dayîn. Altintaş bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember gelê Suryanî yê yek ji gelên qedîm ên Rojhilata Navîn û diyar kir ew vê êrîşê weke êrîşeke li hember tevayî nirxên hevpar ên dîroka mirovatiyê dinirxînin. Altinbaş got, “Em hewldana komkujiya li hember gelê me yê Suryanî şermezar dikin.”

Girseya 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî bi çepikan dawî li çalakiya xwe anî.