Demîrtaş: Em ê girtîgehên zarokan bigirin

Demîrtaş, bal kişand ser binpêkirina mafan ên di girtîgehan, bûyerên tacîz û tecawizan ên li hember zarokên girtî û wiha bang li Wezîrê Dadê kir: "Dema te ev bûyer bihîst ti bi şev çawa rehet raket.”

Demîrtaş, bal kişand ser binpêkirina mafan ên di girtîgehan, bûyerên tacîz û tecawizên li hember zarokên girtî û wiha bang li Wezîrê Dadê kir: " Dema te ev bûyer bihîst ti bi şev çawa rehet raket.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku di komcivîna partiya xwe de axivî bi bîranîna nivîskarê navdar Yaşar Kemal ê jiyana xwe ji dest da dest bi axaftina xwe kir. Demîrtaş bilêv kir ku Kemal 91 salan jiyaneke bi rêgez jiyaye bûye dengên gelên tên pelçiqandin û ji ber vê yekê ew xemgîn in û ew ê girêdayî bîranî wî bin.

‘EM XWEDÎ LI ÇALAKIYA TMMOB’Ê DERDIKEVIN’

Demîrtaş anî ziman ku TMMOB’ê 3’yê Adarê wekî “Roja têkoşîna li dijî cînayetên kar” îlan kiriye û kedkar ji ber vê yekê li qadan in û wiha axivî: “Têkildarî cînayetên kar di navbera daneyên Saziya Ewlehiya Civakî û TUÎK’ê de cudatî hene. Divê baldarî hebe. SGK dibêje 74 hezar 871 karkeran jiyana xwe ji dest dane lê di rapora TUÎK’ê de 706 hezar in. dewlet bi destên xwe ji sedî 90 cînayetên kar veşartiye. Li Tirkiyeyê rojê nêzî 20 cînayetên kar diqewimin. Hikûmet hesabpirsînê em deynin aliyekî hesabê karkerên înşaeta Torunlarê jiyana ji dest dan nepirsî. 3 mehan razan û derketin. Delîl nehatin komkirin, şahid nehatin guhdarkirin.”

‘HILBERÎNERAN PÊŞKÊŞÎ SERMAYEYÊ DIKIN’

Demîrtaş wiha berdewam kir: “Ez çima vê yekê tînim ziman. Heke li cihekî karker berdêlê didin û fikara karsaz a ji bo berdêlê tinebe ev yek nîşan dide ku li ti deverê Tirkiyeyê ewlehiya kar nîne. Hikûmet peyameke wisa dide sermeyadaran; “Heke pereyê te hebe bîne welatê min, karkerên erzan zêde ne. Em ê ceza nedin te. Fatûre nebirin rehet be. Ji ber vê yekê jî ev pirsgirêka cihê kar nîne, pirsgirêk a pêşkêşkirina karkeran ji sermayeyê re ye.”

‘MAFÊ GREVÊ NADIN KEDKARAN’

Demîrtaş bilêv kir ku karker ligel evqas pirsgirêkan dijîn jî mafê grevê ji bo wan nayê dayî û wiya axivî: “Heke dibe ku karkeran cadeya Torunlarê girtin û çalakî li dar xistin. Ewil polîs wê heta bên asta kuştinê li wan bixe piştre jî bi mehan wê li girtîgehan bimînin û wê ji pozê wan re bînin. Polîtîkaya ewlekeriya kar a AKP’ê ev e. Yên ku greva karkerên metalê qedexe kirin ma ne ev bûn.”

Demîrtaş bal kişand li ser berxwedana Zanîngeha Maltepeyê jî û wiha got: “Bi gotina em mafên xwe dixwazin pankart vekirin lê hatin derbkirin. Yên 10 karker kuştine serbest in lê dewlet bi cop û TOMA’ya xwe li ser serê kedkarên xwe ye.” Demîrtaş bilêv kir ku ew xwedî li çalakiya TMMOB’ê derdikevin.

Demîrtaş têkildarî bêtaliya li welat jî axivî û anî ziman ku li gorî daneyên fermî 3 mîlyonî zêdetir betal hene lê bi awayekî rastî jî 10 mîlyon in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji wan mîlyonek zanîngeh qedandine. Li her bajarê zanîngeh vekirine malbat bi zehmetiyên mezin zarokên xwe dane xwendin lê kar nîne. Dibêjin ma em mecbûr in ji bo hemû kesên zanîngeh qedandine kar bibînin. Li vî welatî ji sedî 60 di bin mehaneya asgarî de dixebitin. Perîşan in. Ew ê van mirovan çi bikin. Aborî sînyalê dide, wê biteqe. Beriya hilbijartinê ji bo krîz dernekeve Serokkomar fermanê dide Bankaya Navendî. Dolar bilind dibe lê ne xema serokkomar e. Bes bila heta hilbijartinan bila aborî zindî bibe. Dixwazin bila mirov bibêjin qey hemû tişt baş e. Dema ku krîza aborî biteqe êdî wê taşeron û karsaz nemîne. Wê krîzeke mezin derkeve.”

Demîrtaş da zanîn ku hemû esnafên ku bi dolar deyn digirin îflas bikin û wiha pêde çû: “Serokomar tenê dibêje bila di hilbijartinê de bi ser keve ya din ne xema min e. Qasî ku serokê Bankaya Navendî xayîn îlan bike, wezîrê aboriyê re hêrs bibe çavê wî sor bûne. Em li van dînerin û dibînin ku dema bi hêz bin û sîstema serokatiyê bînin wê çawa be em fêm dikin. Rayeyeke Serokkomar a bi vî rengî nîne. Ti li ser çi esasî ji wezîr re hêrs dibû. Jixwe dibêje em ê ji xwe re destûreke bingehîn çêbikin. Lê ji bo vê yekê kêmasiyeke biçûk heye. 400 parlamenter lazim e. Hêza ku wan bide rawestandin heye ew jî HDP ye wekî din jî tu hêz nîne.”

‘WELAT NE XEMA WÎ YE’

Demîrtaş diyar kir ku piştî ku Serokomar Tayyîp Erdogan ji Serokê Bankaya Navendî re aciz bû dolar bilind bû ji ber cudatiya kur deyn zêde bûne, pereyê ku dikare 60 qesr bê çêkirin berhewa bûye. Demîrtaş ev tişt anî ziman: “Serokkomar vê yekê bi zanebûn dike, bi israr dike. Dibêje ez deng bigirim jî welat ne xema min e. Ev nîşana vê yekê ye. Heke ne wisa be ewqas hate hişyarkirin. Wezîrê ji aboriyê berpirsyar e hate asta îstifayê. Serokê Bankaya Navendî jî wisa. Serokwezîr nahêle. Bifikirin ev feraset serok e. Nefikirin ji ber ku dê tiştekî wisa nebe. Em ê destûrê nedin ev fikir pêş bikeve.”

Demîrtaş destnîşan kir ku HDP ji bo ku gelên Tirkiyeyê bi hev re di nava aştî û wekheviyê de bijîn têdikoşe û ev helwesta wan wê ti caran neguhere û der barê îftirayên ku “li pişt deriyan tifaqan çêdikin” jî got ku yên ku van gotinan dikin bila paşeroja HDP’ê binêrin û wiha got: “Hemû tiştên me şefaf e. Ev komployên bi zanebûn in. Bi van îdîayan ve dixwazin mejiyan tevlihev bikin. Ti lihevkirineke me bi AKP’ê re nîne. Yên ku dixwazin bi me re li hev bikin divê rêgezên me yên esasî binêrin. Heke regezên me qebûl dikin bila kerem bikin em ê jiyana nû li ber bingeha bêrêgeziya yên di nava nekin.”

'HDP WAN DITIRSÎNE'

Demîrtaş diyar kir ku piştgiriya ji HDP'ê re tê dayîn bû sedema panîkê û dest bi îftîra û komployan kirin û wiha got: "Ji ber ku qirêjiyên wan hiştine astekî herî roj dest bi polîtîkayên qirêj dikin. Kesên êrîşî me dikin tenê xwe bêzar dikin. Em ê meşa xwe ya bi rêgez berdewam bikin. Hikûmet rexnekirin peywirma me ya sereke ye. Dibe ku hinek HDP'ê şaş vebêjin. Karê me hikûmet kontrolkirin û frenkirin e." Demîrtaş anî ziman ku Tirkiyeyê partiyekî weke HDP'ê nedîtiye û li Tirkiyeyê ti caran tevgera rast a gelan ewqas bi hêz nebibû. Demîrtaş da zanîn ku ji ber vê yekê cîhan wan di nêz de dişopîne û wiha axivî: "Partiyên weke proje hatin hewl didin me bi projeyên xwe bidin bawerkirin. AKP bi projeyekê hat û wê bi projeyekê jî hilweşe. "

‘REKTOR WEKE SEROKÊ AKP'Ê YÊ BAJAR TEVDIGERE'

Demîrtaş bilêv kir ku xwendekarên Zanîngeha Çewlîkê ji ber pêkanînên faşîzan ên rektoriyê 8 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ne û wiha pêde çû: "Berê xwe nedin ez jê dibêjim zanîngeh, rektor ji kadroyên Zanîngeha Firatê ye. Giyaseddîn Baydaş ê ku rektor ji xizmên xwe şîrketek ava kiriye. Li ser derê wê jî zanîngeh dinivîsîne lê... Niha ji xwendekaran re zextên faşîzan pêk tîne. Weke Serokê AKP'ê tevdigere. 24 seat li zanîngehê polîs hene. Di daxuyaniyeke herî biçûk de li hemberî xwendekaran lêpirsînan vedike û tên binçavkirin û ji dibistanê tên avêtin. Ji xwe re zanîngeheke malbatê ava kiriye. 5 xizmên xwe li cihê herî bi hêz bicih kirin. Çawa hîn destûr didin wisa bike."

Demîrtaş destnîşan kir ku heman rektor serokê beşa Kurdolojiyê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber ku got Zaza Kurd nîn in bû rektor. Gelo ev xwendekar koleyên we ne? Ez bang li wî rektorî dikim. Hedê xwe bizane. Destên dirêjî wan xwendekaran dibin wê bişkên. Dest ji wan pêkanînên xwe yên faşîst berdin. Em li zanîngehê aramiyê dixwazin. Em Serokê YOK'ê û Wezîrê Perwerdeyê dawetî peywirê dikin."

'ÇIMA ACIZ IN?'

Demîrtaş, diyar kir ku daxwaza HDP'ê ya herî mezin bila ti caran şer çênebe ye û çi dibe bila bibe alîgirê siyaseteke demokrasiyê ne. Demîrtaş, destnîşan kir ku di demek herî kurt de divê pêwîstiya bangawaziyê pêk bê, her keseke tiştê dikeve ser milên wan bikin û wiha got: "Baş e di vir de tiştê ya hikûmetê aciz dike çi ye? Dema em dibêjin em bawer nakin ev hikûmet aştiyê nayine, ma ev tê wateya me pêvajoyê xera kiriye. Mijara ku em û hikûmetê ya di meşa azadiyê de li hev nakin ev e ku ew dixwazin xeyala aştiyê bifroşin, em jî dixwazin aştiya rastîn wek xelatê bidin gelê xwe."

'ÇIMA DAXUYANÎ 7 MEH BERÊ NEHAT KIRIN'

Demîrtaş, li ser îdeayên ku wê daxuyaniya hevpar 20 roj berê hatibûya kirin lê ji ber Demîrtaş dereng maye û wiha got: "Baş e ez dixwazim ji kesên vê yekê dibêjin re vê bipirsim; wê daxuyanî 7 meh berê hatibûya kirin, kê dereng hişt? Ji bo Tirkiyeyê wê nebaştir bûya? Çima 7 meh dereng hate hiştin bila pêşî bersiva vê bidin. Çima? Lewra xwestin di dîrokeke nêzî hilbijartinê çêkin, xeyala aştiyê bazar bikin. Çima em ji ber vê hêrsin, em dibin dijberê aştiyê. Ma bila bibêjin gaveke avêtibin heye, pêşniyareke wan heye, parlamento wê herî zêde meheke din bixebite ew jî wê bi nîqaşên pakêtê derbas bibe. Em ji we bawer nakin, bawer nakin çima hûn fêm nakin?"

Demîrtaş, bal kişand ku hikûmet hê girtiyên nexweş jî bernedaye û ev tişt gotin: "Deh girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan, te destûr neda ku nefesa xwe ya dawî li cem malbata xwe bidin. Ma te bend daxist, te kîjan zagona demokratîk anî. Ev hikûmet ji vê welatî re aştiyeke mayînde nikare bîne.

'EM Ê GIRTÎGEHÊN ZAROKAN BIGIRIN'

Demîrtaş, bal kişand ser binpêkirina mafan ên di girtîgehan de jî û anî ziman ku girtîgeh xistine rewşek ku mirov nikare saetekê di wan de bijî. Demîrtaş, bûyerên tacîz û tecawizên li ser girtiyên zarok ên di girtîgehan de bibîr xist û bang li Wezîrê Dadê kir û ev tişt gotin: "Dema te ev bûyer bihîst ti bi şev çawa rehet raket. Heke ez Wezîrê Dadê bûma min  van bûyeran bihîstibûya balafir tinebûna jî ez ê bilez û bez heta girtîgehê beziya ma. Ma diviyabû ti neçûya ji rayedaran hesab nepirsiya? Hûn çawa li hember vê bêujdaniyê bêdeng man? Îleh hin kes bavêjin girtîgehê pêşî ji xwe destpê bikin. Werin em girtîgehên zarokan bigirin û di cihê wan de navendên rehabîtîlasyonê vekin."

Demîrtaş, diyar kir ku ew dixwaze di dawiya axaftina xwe de hilbijartinan bibîr bixe û da zanîn ku divê hilbijêr heta 9'ê Adarê qeydên xwe bikin. Demîrtaş, destnîşan kir ku bi yek dengî gelek tişt tên guhertin û xwest ku hemwelatî pir hesas tevbigerin.