Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Dilbirîn li Êlihê spartin axê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Abdulkadîr Bozyigît (Dilbirîn Batman) ê ku di berxwedana Şengalê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li Êlihê spartin axê.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Abdulkadîr Bozyigît (Dilbirîn Batman) ê ku di berxwedana Şengalê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li Êlihê spartin axê.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Abdulkadîr Bozyigît (Dilbirîn Batman) ê ku di berxwedana Şengalê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li Êlihê spartin axê.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Abdulkadir Bozyîgît (Dilbîrîn Batman) ku di Pêngava azadkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hezaran kesî ve li gundê Xiskura yê bajaroka Kaniyahenê ya Hezoya Êlihê hat definkirin. Cenazeyê Bozyîgît piştî karê otopsiyê ya Saziya Tipa Edlî ya Amedê radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê Bozyîgît ji aliyê Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, rêveberên DBP/HDP'ê, hevşaredarên Êlihê Gulistan Akel û Sabrî Ozdemîr, endamên MEYA-DER'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên KJA'yê, Meclîsa Ciwanên DBP'ê, nûner û rêveberên saziyên civakî yên sîvîl û ji aliyê hezaran kesî ve li tesîsa Bardakcilarê ya ketina Êlihê hat pêşwazîkirin.
Konvoya cenazeyê Bozyîgît ber bi rêya gundê lê bi dayik bûye ve diçû hejmara konvoyê zêde bû. Welatiyan cenazeyê Bozyîgît a ku bi rengê kesk, sor û zer xemilandibûn li ser milan kirin û heya goristanê meşiyan. Di merasîma cenazeyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK/KCK', YPG/YPJ'ê û wêneyên Bozyîgît hatin hilgirtin. Girseya ku beşdarî merasîmê bû bênavber dirûşmên "Bijî berxwedan Kobanê", "Gelê Şengalê ne bi tenê ye", "Bimire DAIŞ" û "Hişyar be gelê Êlihê, li şehîdê xwe xwedî derkeve" qîriyan. Piştî cenazeyê Bozyîgît ji aliyê girseyê ve hat defînkirin ji bo kesên di têkoşina azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin.
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata di merasîmê de axivî û diyar kir ku ciwanên gelê Kurd ji bo azadiya civakê canê xwe feda kirinê. Akat anî ziman ku bila gelê Kurd baş zanibin ku di demeke gelek kin de mizgîniya azadiya Kurdistanê bidin cangoriyên xwe. Akat derbîrî ku berxwedan û têkoşina Dilbîrînan û hevalbendên wî sembola azadiya Kurdistanê ne.
Piştî axaftinê girse ji bo serdana sersaxiya malbata Bozyîgît çûn mala şînê.